ArşîvHevpeyvînNûçeSlide

Rîhan Temmo: Bêrîtan Navê Baweriya Bi Evîn û Hezkirina Azadiyê a Bê Dawî ye.

Dema operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Başûrê Kurdistanê dest pê kir Bêrîtan li Xakurkê bû. Li dijî artêşa Tirk û hevkarên wê şerekî dijwar kir. Di 25'ê Cotmeha 1992'an de li şûna ku teslîm bibe heya dawî li berxweda  bi tilîliyên azadiyê xwe ji zinaran avêt.

Rîhan Temmo derbarê 25ˈê Cotmehê salvegera 32ˈan a şehadeta Fermandar Bêrîtan (Gulnaz Karataş)  ji malpera me re axivî

Endama Komîteya Têkilî û Tifaqa Siyaseta Demokratîk a Kongra Star  Rîhan Temmo di derbarê  salvegera 32  emîn a şehadeta Fermandar Bêrîtan  {Gulnaz Karataş} de ji malpera me re axivî û dîyarkir ku Xwedî derketina xeta Fermandar Berîtan, çewisandin û tunekirina xeta îxanetê, desthiladarîyê û hişmendiya baviksalarî ye.

25`ê Cotmehê salvegera 32`yan a şehadeta fermandara Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) e ku sala 1992`yan dema (Partiya Demokrat a Kurdistanê) PDK bi dewleta Tirk re erîşê gerîlla kir, Fermandar Berîtan ji bo nekeve destê PDK, ji bo dijmin bi girtina çeka wê re keyfxweş nebe piştî çeka xwe şikand bi tîlîlî yên Azadîyê ve xwe ji zinarê de di avêjê.

Bêrîtan bû ruh, raman, heqîqet û destan, bi çalakiya xwe ya fedayî navê xwe di rûpelên dîroka berxwedanê ya gelê Kurd de nemir kir. Berîtan  li hemberî xeta xîyanet û teslîmîyetê, xeta berxwedanîyê xîzkir. Pêşmergeyên ku şahîdîya vê berxwedanîyê kirin, çekên xwe avêtin li hemberî berxwedanîya Fermandara nemir çong danîn. Hemû Cîhanê de ev berxwedanî deng veda û navê Berîtan li zarokan hat kirin. Fermandar Berîtan bi berxwedanîya xwe re Artêşa Jin avakir, hêstên azadîyê ji stranan bar kir.

Rîhan Temmo salvegara 32’mîn a Fermandar Berîtan bi bîr anî û dîyarkir ku ew hêz û metirsîya xwe Fermandar Berîtan digrin û wiha axivî: “Di serîda salvegera 32’yemîn a şahadeta rê heval Berîtan fermandara ku ji bo azadîyê tekoşîn da meşandin, em wê bi bîr tînin û bejna xwe li ber berxwedanîya wê di tewînin. taybet weke Jinên Kongra Star ku îro tekoşîn û xebata ku em didin meşandin di nava şoreşa Jin a Bakûr û Rojhilatê sûrî de ku rastî jî bingeha xwe hêza xwe bawerîya xwe tekoşîna bê hempa a Fermandar Berîtan ku berîya 32 salan dayî meşandin digrin.

Bi tekoşîn û berxwedana rê heval Berîtan û bi sedan Hevalên Jin yên ku zedetirî 50 salan e hemberî her cure êrîşan bedelên giran û bûha dane, bi berxwedanîya wan ve îro em dikarin bi rehetî weke Jin xwedî nasname, îrade û zanebûnê bin.”

Rîhan Temmo balkişande ser berxwedanîya Jinan a li hemberî hişmendiya baviksalarî û wiha got:  “li ser Jinan   Di dîroka Jin de heya roja me ya îro Jin her tim li hemberî desthilatdar, ked xwar, îxanetê, her wiha kesên ku her tim qirkirin li ser hebûn û nasnameya  jin dani meşandin, xwestin jinan kole bikin, durî qadên jiyanê bikin, ne tenê di warê leşkerî di hemû alîyan de, di gelek qadan de xebat û tekoşînê fedaî yane meşandine. Bi saya wan berxedêran we Îro em wek Kurd xwedî nasname, çand û hebûnin.”

Her wiha Rihan Temo îşareta pêşengtîya Jinên Kurd di serhildanên eşîrên Kurdan de kir û wiha dom kir: “îro wek Jinên Kurd roleke mezin dikeve ser milê me. ji berkû navê me di dîroka berxwedanîyê de hatîye nivîsandin. rastî jî ev rola pêşengtîyê, berpirsyartîyê di milê parastina hebûna kurdan de, Jinan her tim di nava qadên jîyanî, sîyasî û leşkerî de li hemberî pergala daqirker, di nava serhildanên Kurdan de tekoşîn, xebat û rolekî pêşeng lîstine. Ji bo vê yêke di nava eşîrên Kurdan de jî xwedî rol û misyon bûne. Lê xwedî statû û artêşbuyîna Jin ne bûn.

Rîhan da zanîn ku hemû tarîtîyên ku li ser Jinê hatibû fezkirin, Fermandar Berîtan bi xîzkirina xeta berxwedanîyê re ronî kir û got: “hemû tarîtîyên di dîrokê de ji bo jin hatibûn ferz kirin hewl danên çewîsandina nasnameya Jin, dûr xistina zanistîyê, Heval Berîtan bi berxwedanîya xwe ve ronî kir, jina ku paşvero, ji bo mezinkirina malbata Zilam wek makîneyekî anîna zarokan dihat dîtin, bi vê berxwedanîyê we, xwe ronî kir û statûya xwe bi dest xist.

Berxwedana Heval Berîtan ji bo kedxwar û xayînan ji bo kesên xwestin ku vîna Jina Kurd teslîm bigrin, piçuk bikin, ber îxanetê ve bikşînin ji welatparezîyê qut bikin, darbeyekî pir mezin bû ku arteşbûyîna Jin, nasnameya Jin, qerîna Jinan a ji bo azadîyê bilind kir û carekedin da zanîn ku xayîn û dijminên jinan ê dixwestin tekoşîna Jinan qels bikin wê tu car ne gihejin hedef û armanca xwe û sernekevin.

Rîhan di berdewamîya axaftina xwe de balkişande ser rol û misyona Jin di nava arteşên cîhanê de û  wiha axivî: “arteşa Di nava gelek artêşan de bi hejmarek piçûk an jî zêde, cihê Jinan dîyar bû, lê bi artêşbûyîna Jinên Kurd rê li pêşîya bê pergal bûyînê, talankirinê, qetilkirin û bê rol hiştinê girt. Bi sedan berxwedêrên Jin, Pîvanên berxwedanîyê, xwebûnê xwe parastinê û xeta welatparezîyê, bi jîyana xwe, tekoşîna xwe a bi rûmet re dîyar kirin.”

‘Ezê tu carî teslîm nebim.’

Rîhan Temmo peyama Fermandar Berîtan ku bi avêtina xwe ji zinaran de dayî diyarkirin,  destnîşankir û got: ”Şehîd Berîtan bi avêtina xwe ji zinaran de, bi tililiya ku bilind dikir ve peyama ku ‘tu carî ezê teslîm nebim,’ ‘ezê berxwe bidim’ da. ev peyam weke Jin ji bo me xeta jîyanê ye.

Pêwîste em xwe biparêzin tekoşîna xwe bilind bikin, pergala xwe ava bikin û vê pergalê di giştî cîhanê de misoger bikin, pîvanên jîyanê, tekoşînê, xwe parastinê a ku Jinên Berxwedêr  bi tekoşîna xwe re artêşa Jinan avakirîyi, esas bigrin û bi vî rengî parastina hebûna xwe a gelê xwe bikin.”

Rîhan teqez kir ku xwedî derketina artêşa Jin mîrateyekî mezine û wiha pê de çû: ”Xwedî derketina Artêşa Jin, dijî hemû artêşên ku bi zîhnîyeta zilam hatîne ava kirin, dijî hişmendiya, zilam bi hêze, dikare Welat û gelê xwe bi parêze, nirx û  mîrateyekî pir mezine.”

Her wiha Rihan dîyarkir ku ew bi deyndarê pêşengê xwe ne ku ji bo azadîya Jinan canê xwe feda kirini û wiha axivî: “Jin her tim di bin banê pergala desthilatdar û dagirker de weke qurbanîyan hatîye dîtin, çarenûsa xwe a qederê re, hebûne ke ne dîyar re hatiye hiştin, her tim rastî qirkirin û felaketên cur be cur hatîye. Ger îro bi avayekî rehet em dikarin bêjin, emê xwe bi parêzin, xwedî xwe derkevin, Bi fedakarîya pêşêngên me e ku di oxira azadîyê de canê xwe dayîni pêk hatîye.

Rîhan destnîşankir ku ji bû avakirina Fikra Jina Azad di nava hemû cîhanê de pêwîştî rêxistin kirine kî xurt heye û wiha dom kir: “Ji bo vê jî ger ku em bixwazin Jinan felaketên ku tacîz-tecavûz, qirkirin, xwekuştinên ku çavkanîya xwe bi rojane îşkencê û tundîyê digre xilas bikin, li ser bingeha xeta azadî û berxwedanîyê a ku Şehîd Berîtan dîyarkirîyê, Di nava xwedî derketin, parastinê de hîn zêdetir rêxistin bikin û Fikra Jina azad di hemû cîhanê bilav bikin.”

‘Jin şer dike azad dibe, azad dibe bedew dibe, bedew dibe tê heskirin,’

Rîhan balkişande ser Fikir û Felsefeya Rêber Apo a ji bo jin afirendîye û wiha pêde çû: “Ji ber ku afrînerê Fikra Jina Azad Rêber APO got ‘Jin çi qasî şer bike azad dibe, çi qas azad dibe bedew dibe, bedew dibe tê heskirin,’ vê heskirinê re jî dikare hîn behtir Welat û ciwaka xwe biparêze, mezin bike.

Her wiha Rîhan dîyarkir ku li dijî erîşên li ser Şora Jin a Rojava, Bakûr û Rojhilatê sûrî wê berxwe bidin û rê nedin dagirker û xîyanetê, wiha axivî: “Bi vî ruhî îro em weke Jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêdetirî 10 salanê, li hemberî hemû cûreyên îxanetê û dagirkirinê ku li ser gêlê me tê ferz kirin, ji bo gelê me xeta xwebûnê dûr bixin, statûya wan a xwe rêvebirinê vala bikin, di nava tekoşîn û berxwedane kî mezin de ne ku em rê nadin  xeta xîyanetê a ku bi destê KDP ji bo berjiwendîyên xwe e malbatî weke qedere kê li ser gelê Kurd ferz dike.”

‘Xwedî derketina xeta Fermandar Berîtan, çewisandina xîyanetê ye’

ji bo vê yêke jî eger îro em dixwazin di sed sala 21’mîn de Azadîya Jinan pêk bînin, zarokan pergala qirêj biparêzin, bi hebûn, zanebûn û nasnameya xwe ava bikin pêwîste ku em xwedî xeta Şehîd Berîtan derkevin. Xwedî derketina vê xetê, çewisandin, tunekirina xeta îxanetê, desthiladarîyê û hişmendiya baviksalarî ye.

Rîhan da zanîn ku PDK Kurdistan û xwezaya wê peşkeşî  dijminê Kurdan dike û got: “Weke tê zanîn îro jî xeta xîyanetê li Başurê Kurdistanê, bi destê mala barzanî li ser gelê Kurd pêk tê. KDP herema Başûrê Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran dike ku talankirina xwezayê, darên ku nasnameya me a welatparêzîyê diparêzin, guhartinên coğrafik ku telafîya wan nîne carekedin vegerînin, li ser axa Kurdistanê bi pêk tînin. xweşikbûyîna welatê me ji bo berjiwendîyên xwe ên qirêj bi kar tîne.

Her wiha Rihan Temo balkişande ser qetilkirina zarokên Kurdan bi destê PDK û wiha lê zêde kir: “Xîyaneta  PDK ne tenê li ser xwezayê, ji bo berjiwendîyên xwe ên şexsî, li ser zarokên Kurdan, şoreşgerên me ê ku ji bo nasname û hebuna gelê xwe biparêzin û ji bo Gelê Kurd di nava rojhilata navîn de xwedî statû bin şer dikin bi kar tîne, bi hevkarîya dewleta Tirk ve dixaze wendahîyên mezin di Kurdistanê de pêk bîne.”

‘Dijî teslîmîyetê, Tîlîlî ya Azadîyê’

Rîhan temmo îşaret bi tîlîlî ya Fermandar Berîtan kir û teqez kir ku wê her kêlîyê de wê tîlîlî yê  jîyanî bikin û got: “Ji bo ku em li hemberî wan wendahîyan bisekinin, nasnameya xwe biparêzin, pêwîste wate bidin jîyana ku em ji bo wê şer dikin û ser xeta Şehîd Berîtan, tekoşîna xwe bilind bikin.Tîlîlîya ku berîya 32 salan li hemberî teslîmîyet, xîyanetê û xwe firoşîyê hatîyi avêtin, her kêlîya de em jîyan bikin û di nava her Jin, Ciwan û Zarok de  bidin jîyan kirin, xurt kirin û bi vî avayî belav bikin.

Rîhan Temmo got ku ew xwedî keda pêşengê xwe dernekevin, wê dîrok wan efû neke û wiha pê de çû: “Di vê sed sala 21’mîn de ji bo Kurd hebûna xwe misoger bikin, pêwîste li hemberî dagirkirin û xîyanetê xwe biparêzin ku carekedin rastî qetilkirin û qirkirinê neyên. Şerê ku em niha didin meşandin, şerê hebûn û tûnebûnê ye, ji bo em di ve şerî de ser bikevin pewîstîya me yêk bûnê heye. bi taybet jî weke Jin yêkbuyîna xwe a netewî bidin ava kirin. Ji berkû ew derfetên dîrokî e ku bi fedaîtîya Jinên leheng hatiye bi dest xistin, em xwedî li dernekevin wê dîrok me tû carî efû neke.”

Rîhan Temmo destnîşankir ku durişmeya Jin Jiyan Azadî dawî kirina hişmendiya baviksalarîyê ye û wiha got: “Doza ku îro ne tenê Jinê Kurd, li seranserî  cîhanê tê şopandin felsefeya Jin Jıyan Azadî ye. îro hemû Jin li dora Şehîd Berîtan bi sedan Şehîden ku canê xwe di oxira azadîyê de fedakirinê kom dibin. Bi vê durişmeye re banga azadîyê, bi dawî kirina hişmendiya baviksalarî a ku nirxê mirovahîyê tûne dike tê kirin.”

Rîhan berdewamîya axaftina xwe de dîyarkir ku Jinên Kurd dî cîhanê de weke pêşeng tê dîtin û wiha lê zêde kir: “Îro Jinên Kurd di seranserê cîhanê de hêz û cihê bawerîyê tê dîtin. Ji alîyê Hemû Jinên cîhanê ve weke nasname û pêşeng tê dîtin. Ji bo em hîn behtir hêvîyê di nav Jinan de ava bikin, banga wan re bibin bersiv, pêwîste bi ruhê berxwedan û tekoşîna Şehîd Berîtan em weke Jinên Kurd yêkitîya xwe a navxweyî bidin ava kirin. Ji bo ku em bikarîbin Konfederalîzma Jin a cîhanî pêk bînin.

Jiber ku Jinan, di asta cîhanî de jî tekoşîn û xebatê pir mezin dan meşandin, bi meşên dirêj li hemberî dagirker û faşîstan li berxwedan, berdelên giran dan, lê statûya Azadîya jinan nehat bi dest xistin. Îro derfetekî pir mezin heye ku em cihaneke azad, demokrat û aştî ava bikin.

‘Em Pêşengên Pergala Alternatîfin’

Li hemberî pergala qirêj, bi Fikir û Felsefeya Rêber APO re em xwedî projene û pêşengên pergala alternatifin. Em bikarîbin vê projeyê Jinên cîhanê bidin nasîn, hêzen şoreşger, ekolojîk û demokratîk  bidin ava kirin ku statûya xwe a Jina Azad bidin rûnişkandin.”

‘Emê Bi Kenê Xwe re Azad Jiyan Bikin’

Rîhan Temmo bang li Jinên cîhanê kir ku dora xeta Fermandar Berîtan kom bibin û wiha got: “em bang li hemû Jinên cîhanê dikin ku çawa li dora felsfeya Jin Jiyan Azadî kom bûn, îro jî dora pîwanên ku Şehîd Berîtan, Şehîd Zîlan ji bo me dîyar kiriyê kom bibin. ji bo ku em bi kenê xwe re azad jîyan bikin, ji xeyalên bi dehan Şehîdên di Rojavayê Kurdistanê de şehîd ketîn, Wek yadê Eqîde, Heval Hewrîn Xelef, Zeynep Sarûxan, Rîhan Amûdê, Yûsra Şuweyş, hwd. Pêk bînin û xwedî berxwedanîya wan derkevin.

‘Erê Ji Berxwedanê re, Na Ji Îxanetê re’

Rîhan Temmo got wê projeya azadîya Jin û Civakê hemû cîhanê bilav bikin wiha got: “Herî dawî jî ez dibêjim çawa Jin Jiyan Azadî bû durişmeyeke cîhanî, bu felsefeya jîyanê ji bo hemû tevgerên şoreşger, pêwîste durişmeyên ‘Berxwedan Jîyane,’ ‘Na Ji Xîyanetê Re’ bibe senfonîya me a rojane ji ber kû bi şerê kî taybet  êrîşê me dikin ku dixwazin, alternatif û projeya çareserîyê ku îro em pêş dixin vala derxînin. Em jî li hemberî van bisekinin hîn behtîr xwe perwerde û rêxistin bikin û projeya xwe di nava cîhanê de bilav bikin.”

Rîhan Temmo wiha bi dawî kir:”Na ji îxanetê re, Na ji teslîmîyetê re, Erê ji berxwedanê re. bi ruhê Jina azad pêwîste em bi wan durişmeyan denge xwe bilind bikin û bikin senfonîya jîyana xwe a rojane.”

 

Related Articles

Back to top button