DaxuyanîNûçeSlide

Daxuyanî ji Însiyatîfa Parêzerên Sûriyê ya parastina Rêber Ocalan û Însiyatîfa Sûriyê ya azadiya Rêber Ocalan

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyê ya parastina Rêber Ocalan û Însiyatîfa Sûriyê ya azadiya Rêber Ocalan, bang li civaka navneteweyî û dewleta Tirk dikin ku rê bidin parêzerê Rêber Ocalan ji aliyekî ve û ji aliyê din ve bi awayekî berdewam serdana wî bikin.

daxuyanî wihaye:

Me silavên Rêber Abdullah Ocalan û nûçeyên dilnizm ên di derbarê tenduristiya wî de ku birêz Omer Ocalan di serdana xwe ya dawî ya li Girtîgeha Îmraliyê de ji Rêber Apo re ragihand, me bi kêfxweşî wergirtin û em jî di çarçoveya Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya  parastina Rêber Ocalan .û Însiyatîfa Sûriyeyê ya   azadiya Rêber Ocalan, vê silavê bi Rêbertî re bi hemû rêzdarî barvedikin ,Li gorî agahiyên ku birêz Omer ji rêbertî  ragihandiye û li gorî ku hatiye piştrastkirin û îsbatkirin heta niha jî  sîstema tecrîdê ya tund di asta herî jor li ser Rêbertî tê sepandin û me gelek caran tekez kiriye ku ev tecrîd binpêkirineke xuyayî ye û eşkere ye. Mafên rêbertî li gor yasayên hundirîn  yên Tirkiyê û li gor zagon û qanûnên mafên mirovan hatine garantîkirin û  Serdanên bi .rêkûpêk ji bo malbata rêbertî , her wiha serdanên asayî yên parêzerê wî jî yek ji wan mafan in ,Li aliyê din em her tim tekez dikin ku daxwaza me bi bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê bi dawî nabe lê daxwaza me ewe ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were,  û divê dewleta Tirk guhertinên qanûnî yên pêwîst bike. ku rêbertî  bikaribe ji mafê hêviyê sûd werbigire û azadiya xwe ya fîzîkî bi dest

bixe.

Kampanyaya cîhanî ya ku bi diruşmeya ((Azadiya fîzîkî ji  rêbertî re, çareseriya siyasî ji  pirsgirêka kurd re) hatibû destpêkirin, bandoreke mezin li raya giştî ya fermî ya Ewropa, navneteweyî û Tirkiyê kir, ji ber wê jî ev serdana malbatê ya ku di 23ê Cotmehê de pêk hat. Yek ji encamên kampanyaya cîhanî ya ku ket sala xwe ya duyemîn, divê ev ziyaret û serdanên parêzer û doktoran berdewam bin û kesayet û rêxistinên demukrat jî rê bidin wan ku serdan û hevdîtina bi rêbertî .re bikin

Em weke Însiyatîfa Parêzerên Sûriyê ya parastina Rêber Ocalan û Însiyatîfa Sûriyê ya  azadiya Rêber Ocalan, bang li civaka navneteweyî û dewleta Tirk dikin ku rê bidin parêzerê Rêber Ocalan ji aliyekî ve û ji aliyê din ve bi awayekî berdewam serdana wî bikin. Em bang dikin ku lezê bidin amadekirina zemînên pêwîst yên hiqûqî, siyasî û civakî ji bo azadkirina Rêbertî ji zindanê û destpêkirina qonaxa muzakereyên siyasî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û Tirkiyê û rê li ber aşitiyê li seranserê Rojhilata Navîn veke, ji ber ku her insiytîfên çareseriyê bêyî ku rêbertî ji ,zindanê dernekeve û azadiya xwe ya fîzîkî bi dest nexe, nikare dest pê bike û divê siyasetmedar akademîsyen û aqilmendên civaka Tirkiyê bi biryardar bin. Rola zextê li dewleta Tirk ji bo ku bi .pêşengiya Rêbertî bi awayekî herî rast û di xizmeta gelên herêmê de tevbigere

Related Articles

Back to top button