
Bi dehan Jin, mêr û hemû şênîyên Bajarê Koban’ê di mitîngê de cihê xwe girtin û fîleksên “Heta tecrîd hebe, wê têkoşîna me berdewam be”,“Ji Rêber Apo re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” û “Em êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin” hatin vekirin her wiha wêneyên zarokên ji aliyê dewleta Tirk ve hatini qetilkirin hildan.
Piştî deqeyekê rêzgirtinê li ser cangorîyên azadîyê, Hevserokê Desteya Jingehê a Kantona Firatê Arif Balî axivî
Arif Balî despêka axaftina xwe de êrîşên dewleta Tirk a li ser herêmê, şermizarkir û dîyarkir kû çareserkirina pirsgirîkan, Azadîya Fîzîkî a Rêberê gelan Abdullah Ocalan’e û wiha axivî: “Divê têkoşîn û berxwedana li hemberî êrişan neyê rawestandin. Çareserkirina van pisgirêkan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Heta ku Rêber Apo azad nebe, pirsgirêk çareser nabin. Divê gelê Kobanê û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her li ser piyan bin, tê bikoşin û li hember hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker xwedî helwest bin.”
Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hesûn jî axivî, sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re û ji birîndran re jî şîfa xwest.
Macîde Hesûn diyar kir ku gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî hovane hedef tên girtin û wiha axivî: “Projeya faşîzma dewleta Tirk êrîşên li seranserî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêk anî û bi avayekî hovane hedef digre û erîş dike. Divê gelê me li dijî êrîşên dagirkeriyê xwedî helwest bin û ti carî li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. Gelê me xwedî hêvî û berxwedaneke mezine pewîste wê asta têkoşînê hîn bilintir bike û devleta Tirk a dagirker vala derxînin.
Mitîng bi dirûşmeyên “Bêjî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Berxwedan Jiyan e” bi dawî bû.




