ArşîvÇalakîNûçeSlide

Li Bajarê Kobanê Dijî Êrişên Dewleta Tirk Meşek Hat Li Darxistin

Bi mebesta şermezarkirina êrişên Dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, Kongra Star û Hêzên  Parastina Civakê (HPC) meşek li bajarê Kobanê li dar xist.

Meş bi vekirina fîlexên “Heta Tecrîd Hebe, Wê Têkoşîna Me Berdewam Be”,“Ji Rêber Apo re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” û “Em Êrişên Dewleta Tirk a Dagirker Şermezar Dikin” ji navçeya Çelebiyê destpêkir heyanî navenda Kongra Star. her wiha wêneyên Rêbertî û Zarokên ji aliyê Dewleta Tirk ve hatinibûn  kuştin hatin hildan

Meş li ber navenda Kongra Star veguhezî mitîngê

Piştî deqeyekê rêz girtinê li ser rihê cangorîyên azadîyê rawestiyan, Rêveberiya Hêza Cewherî Zelal Elî axivî.

Zelal Elî di despêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatê Şehîdan re xwest û wiha got: Dewleta Tirk a dagirker Ji 23ê Cotmehê ve li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike. Di encamêde Jin, Zarok, Sivîl û binesazîya civakê hedef digre. Em wan êrişên hovanê e ku li ser gelê me tê kirin bi tundî şermizar dikin û sersaxiyê Ji malbatê  Şehîdan re dixwazin.

Zelal Elî got ku bê Rêberê gelan Abdullah Ocalan wê ti çareseriyê qebûl nekin û wiha domkir: “Ji bo hemû gelên ku aştiyê dixwaze aştî li gel Rêbertî ye, bê Rêber Apo aştî tine ye.”

Zelal Elî diyarkir ku azadiya wan azadiya Fîzîkî a Rêberê gelan Abdullah Ocalan ve girêdayîye û wiha bi dawî kir: “Êrişên ku li ser heremên me pêktên bi taybetî erîşa li ser projeya me a hemû gelên azadîxwaz û yên xwedî li vê projê derdikevin û diparêzin. Li hemberî vê Bi taybet wek Jin emê herdem li qadên berxwedanê bin û li ser pêyan bin heya ku azadiyê mîsoger bikin. Azadiya me jî girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Divê gelê me jî li dijî êrîşên dagirkeriyê xwedî helwest be û ti carî li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.”

Bi diruşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Berxwedan Jiyan e” bi dawî bû.

 

 

 

 

 

Related Articles

Back to top button