KomxebatNûçeSlide

Kongra Star Li Bajar e Kobanê Komxebata 25’ê Mijdarê Li Darxist

Kongra Star li Bajarê Kobanê bi boneya 25’ê Mijdarê bi diruşmeya ‘Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Xwe Bi Parêze’ Komxebatek li darxist.

Komxebat li Eywana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê ya li bajarê Kobanê de bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi beşdariya jinên di nava partiyên siyasî , Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xwaser û jinên ciwan hat lidarxistin.

Komxebat piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangorîyên azadîyê ji alîyê kordînasyona Kongra Star a Herema Firatê Macîde Hesûn ve despê kir.

Macîde Hesûn di despêka axaftina xwe de teqez kir ku wê bi fikir û hêza Rêber APO ve serkeftinê misoger bikin û wiha pêde çû: “ Jin ji bo azadiya xwe misoger bikin divê rêxistin bûn û hevgirtina xwe xurt bikin. Li her aliyê cîhanê jin li hemberî zihniyeta 5 hezar salan têkoşîn dike. Ew têkoşîn jî bi fikra Rêber Apo ve gihîşte ve astê. Jin bi fikra Rêber Apo re hebûna xwe îsbat kiriye. Rêber Apo di nava her şert û mercî de li dijî sîstema desthilatdariyê, rêya azadiya jinê derxistiye pêş. Em ê jî bi hêza Rêber Apo bi ser bikevin û bi saya Rêberê xwe em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin û azadiya Rêberê xwe yê fîzîkî misoger bikin.”

 

Hevseroka Sûriya Paşerojê Şevîn Qolexasî jî balkişande ser pergala tundiyê û pêkanînên dijmirovahî e li ser Jinan

Qolexasî destnîşan kir ku rêya rizgarî û azadiyê bi bilindkirina têkoşînê û pêkhatina azadiya Rêber Apo pêkan e.

 

Rêveberiya Navenda Piştgiriya Psîkolojîk Narîman Silêman, diyar kir ku têkoşîn û berxwedana jinê li dijî sîstema desthilatdar ji dîrokê heta roja îro bê nav ber dewam dike û got: “têkoşîn û berxwedana jinê li dijî sîstema desthilatdar ji dîrokê heta roja îro bê nav ber bi felsefe û paradîgmaya Rêber Apo re jin di aliyê leşkerî, siyasî û hemû beşên civakê de pêşketineke mezin bi dest xist.”

Piştre Macîde Hesûn behsa girîngiya 25’ê Mijdarê kir û wiha axivî: “Pergala Desthilatdarî her tim di xwaze hêza jinê bixe bin kontrola xwe. Lê jin ti carî li ber vê pergala qirêj a ku Dijî Hebuna Jinê û Civakê serî netewandiye û bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li berxwedaye. îro li tevahiya cîhanê berxwedaneke bêhempa raber dike.“

 

 

 

Piştî nirxandinan encamnameya ji alîyê Berdevka Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Elûş hatiy xwendin

“Bi rihê Berxedana Serdemê û di şexsê her sê xwişkên Mîrabal ta jinên têkoşer ên ji bo azadiyê bûne armanca pergala desthilatdariyê û bûne nasnemeya berxedana jin û gelan ,em 25ˈê Mijdarê pêşwazî dikin. Bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ îro ji bo aliyê Kongra Star, partiyên siyasî û Desteya Jinan ve komxebatek hat lidarxistin. Komxebat bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi beşdariya jinên di nava partiyên siyasî , Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xwaser û jinên ciwan hat lidarxistin. Komxebat ji bo nirxwandina û analîzkirina rewşa giştî ya cihanê, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û bandora şerê kapîtalîzmê û şerê taybet ser jin tê kirin û rêbazên bi dawîkirina tundîya li ser jinan û bidestxistina azadiyê pêk hat

Zihniyeta hegomonîk û qaptalîzm ku şerê hebûna jinan dike. li her deverî cîhanê xwe daye der, lê Rêber Apo di nav pergala îşkence û tecrîda Giran de li imralê bi derfet û îmkanên kêm da analîza zihnîyeta mêr a paşverû kir û dîyalîktîka jin jîyan azadî  pêş xist ji bo bibe malê tevahî jinan û gelan azadî xwazji.

Armanca me jî vê komxebatê ewe ku parastina cewherî ya  jin derxinin pêş, asta zanist û zanabûnê bilind bikin, li komîn ,tax, gund, û bajar li li seranserî herema Bakur û Rojhilata Sûrî û tevahî cîhanê xwe rêxistin bikin û ala azadîyê, li hemberî desthilatdarîya dewleta Tirk li hemberî hîşmendî ya mêr bilind bikin.

Bi awayê hîşyarkirina ji şerî taybet, danîna semîneran, derxistina fikra zad a li pêş, Emê azadîya fîzîkî a Rêber APO pêk binin.

Komxwebat bi diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû

Related Articles

Back to top button