DaxuyanîNûçeSlide

‘Bi Piştevaniyeke Hevpar Emê Bibin Dengê Werîşe Muradî û Armancên Rejîmê Asteng Bikin’

Kongra Star bi daxuyaniyekê piştgirî da Bangawaziya KJAR’ê a ji bo astengkirina biryara cez*ayê dar*vekirinê ku dewleta Îranê li endama KJAR’ê Werîşe Muradî biriye.

Endama (Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê) KJAR’ê Werîşe Muradî (Ciwana Sine) di dîroka 1’ê tebaxa 2023’an de ji aliyê hêzên wezareta îstixbarata Îranê ve bi hinceta “endamtiya rêxistina çekdarî ya li dijî Îranê”  hate girtin û niha li girtîgeha Evînê tê ragirtin. Di nava dema derbas bûye de, rejîma mêrsalar ya Îranê, ji bo îşkenceyê li Werîşe Muradî bike hemû rêbaz ceriband. Lê bi tekoşîneke be navber re rû bi rû ma û niha jî Di derheqê Endama KJAR’ê Werîşe Muradî de biryara cezayê darvekirinê birîye.

Meclisa Kongra St

Daxuyaniya Meclisa Kongra Star ya piştevaniyê wiha ye:

‘Banga Piştevaniya KJAR’ê ji bo me Têkoşîneke Esase’

Meclisa Kongra Star biryara darvekirinê a li ser Werîşe Muradî bi tundî şermizarkir û ji bo bilindkirina tekoşînê piştgirî da Banga KJAR’ê û wiha got: “Li hemberî Banga şermezarkirina cezayê darvekirinê ya li ser Werîşe Mûradî ji aliyê aktivîstên mafên jinan ên li Kurdistanê ve hatiye kirin; em jî wek Meclîsa K. Star tevlî vê bangkirin û şermezarkirinê dibin û piştgiriya xwe didin diyarkirin. Banga piştevaniya KJAR’ê jibo me têkoşînekî esase û pêwîste li hemberî kiryar û polîtîkayên dewleta Îranê taybet a li ser jinan divê têkoşîna berxwedanê bê bilindkirin.

‘Ji Tirsa Azadiya Jinan, Kiryarên Dehaqê’

Kongra Star balkişande ser biryara darvekirinê a ji aliyê şoreşa Tahranê ve hatiyi dayin û diyarkir ku ev biryar tirsa wan a li hemberî azadiya Jinan nîşan dide û wiha got: “bi tometa endamtiya rêxistina çekdarî ya li dijî Îranê” tê gotin ji aliyê dadgeha şoreşa Tehranê ve hatiye dayîn, dide xuyakirin ku çiqasî dijminahiya jinan tê kirin û ji tirsa azadiya jinan, kiryarên bi vî rengî dayinê ve, xwe dixin bin mertala hiqûqa dewletparêziyê û îdamkirinê. Ev di roja me ya îro de zalimê Dehaqê hemdem tîne bîra mirov.

‘Bi êrîş kirina Jinên Tekoşer re dixwazin xwe ewle bikin’

Meclisa Kongra Star destnîşankir ku di şexsê Werîşe Muradî de bi hezaran Jinan xwe gihandiye Felsefeya Jin Jiyan Azadî û got: “Tirsa wan û israra wan a li hemberî jina azad, pêşketî, serhildêr û berxwedêr dide xuyakirin ku Pergala rejîma wan ketiye qeyranekî çiqasî mezin. Ji bo wê bi tedbîrên hiqûqa dewletparêziyê ve dixwazin xwe ewle bikin û êrîşî jinan dikin.  Jiber ew pêxistina çirûska agirê felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” her ku diçe bilindtir û zêdetir dibe. Wek jinekî pêşeng û azad di şexsê werîşe Mûradî de bi hezaran jin bi vê çirûskê ve agirê serhildan û berxwedanê xwe digihînin şiyara jin, jiyan, azadî  armanca şoreşa jinê berfirehtir dikin.

‘Emê Bibin Dengê Werîşe Mûradî’

Nêzikatî û kiryarên polîtîkayên wan, tunekirin û qirkirina  jinan îfade dike. Em vê biryarê dij-mirovî, dij-exlaqî û dij-civakî dibînin û bi tu awayî qebûl nakin, jibo wê jî hemû jinên azad, demokratîk û berxwedêr ên cihanê wê bibin dengê Werîşe Mûradî.”

 ‘Ala Sehildanê Ji Şoreşa Rojava Heya Şoreşa Kezîyan’

Meclisa Kongra Star teqez kir ku wê bi tekoşîneke xurt ve, nehêlin rejîma Îranê bigihîje armanca xwe û wiha bi dawî kir: “Em wek meclîsa K. Star vê biryarê şermezar dikin, piştgiriya xwe ji şoreşa Rojava ber bi serhildana şoreşa keziyan ve diherikînin û emê rê nedin rejîma desthilatdar a Îran’ê bigihêje armanca xwe. Jibo wê emê her di nava çalakî û têkoşînê de bin.”

 

Related Articles

Back to top button