
Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ji 10’ê Cotmehê ve ragihandibû ku ji bo balê bikşîne ser Îrana ku di bin rûpoşa îslama siyasî de her roj mirovan qetil dike û bi dar ve dike dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiribû û di roja 19ê di çalakiya greva birçûbûnê de bû. Werîşe Mûradî li ser banga Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di 25’ê Cotmehê de, dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anî bû.
Bi pêşengtiya Kongra star Li ser asta herêma cizîrê li bajarê Qamişlo bi beşdarbûyîna bi hezaran xelkê herêmê ji pêkhateyên, kurd,Ereb,Suryan,Ermen,nûnerên partiyan, hemû rêxistinên jin, malbatên Şehîdanû Rêveberiya xweseriya Demokratîk a kantona cizîrê tevlî meşê bûn.
Meş bi hildana wêneyên Rêber Apo, alên Kongra Star, bi durşma” Na ji kuştina jinê re,bijî berxwedana zindana ,bijî berxwedana Werîşe û bi felsefeya jin jiyan azadî dawî li qirkirinê bînin”.meş ji çarxerêya Osman Sebrî a bajêr destpêkir heya Stadyoma 12′ ê Adarê meşiyan
Piştî deqeyekê rêzgirtinê li ser rihê cangoriyê azadiyê rawestiyan,berdefka Kongra star Rîhan Loqo axivî Rîhan Loqo pêşengê endizyarê serhildana jin jiyan azadî yê ku di zindanan de berxwedanek dîrokî didi meşandin silav kir û got:li hember qirkirinekê mezin di sedsala 21 an de li ser jinna ferz dikin û bikin perçeyeke jiyanê ne tenê dewleta îran tevahî hişmendiyên baviksalarî sîstemên desthilstdar sîstemên dagirker yê ku ji dîrokê heya roja îro bê navber şerekî dijwar li ser destkeftiyên jinan li ser zanebûn û zanista jinan didin meşandin
Rîhan wiha pê de çû û got, bi felsefeya jin jiyan azadî li tevahî kurdistanê li rojhilata navîn û cîhanê bi hezaran û bi milyonan bi vê felsefê dibînin çareseriya kirîza rojhilata navîn dibînin çareseriya hişmendiya desthilatdariya ku dixwaze xwe ferz bike ew çareserî bi felsefa jin jiyan azadî ye.
Rîhan Loqo di şexsê Jîna emînî de û rêhevalên dozê Bêrîtan,Zîlan,Rîhan û Yusra bibîranî û got:soza me ewe ku emê şopdarê rêhevalên xwebin emê layiqî soza wanbin emê xeta tekoşîn û azadiya jin bi her kêliyekê emê li ber xwe bidin.
Rîha Loqo wiha gotina xwe bi dawî kir heya kêliyeke me hebe emê ji bo jinan û ji bo serhildan Rojhilat û berxwedana Bakur re bin û ji bo berxwedana bênavber em wek jinên cîhanê li ser piya bin û emê bêjin bi felsefa jin jiyan azadî emê dawî li qirkirinê û dardakirinê bînin.





