NûçePerwerdeSlide

 Li Bajarê Qamişlo Dewreyekî Perwerdê a Mêr’an Vekirî Roja xwe a 2’mîn bi dawî kir

Kongra Star Bi boneya 25’ Mijdarê Bi diruşmeya ‘Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Xwe Bi Parêze’ dewreya Mêr’an a vekîrî li ser 3 Rojan, dabû despê kirin, îro roja xwe a Duyemîn bi dawî kir

Perwerde Navenda PYD a taxa Kornîş li Bajarê Qamişlo hat dayîn. Di perwerdê de 65 Endam û Rêvebirên Mêr e Hemû saziyên Rêveberiya Xweser û Malbatê Şehîdan cihê xwe girtin. Akademî bi ala Kongra Star, wêneyên Rêber APO û Şehîd Berîtan ve Hatiye xemîlandin.

Waneyên sê rojan hatine dayîn wiha ne:

Roja yêk: Pergala Malbat û Mafê Jin

Roja Duyem: Hevjiyana Azad

Roja sêyem: Zayinperestî

Beşdarvan Mihemed Derwêş di derbarê perwerdê de nêrînên xwe anî  ziman û wiha axivî: “ duh perwerde ya me despêkir, waneya despêkê li ser mafê Jinê bû. Em Perwerde ji aliyê xwe de baş dinirxînîn pir tiştê ku me nizanî bû em fêr bun. Di perwerdê de li ser mijarên Xiyanetê, Zewaca rast çawa ye, Mafê Jin, qanuna li ser Jinê tê bi kar anîn, û mijarê grîng hatin dest girtin.

Beşdarvan Mihemed diyarkir ku pergala Dijminê Jinê hezar salan xwe domand û wiha pêde çû: “Perwerdeya me di roja Duyemîn de jî waneya li ser Hevjiyana Azad me dît. Ji bo Jin û Mêr çawa bi awayekî rast bi hevre bijîn di hundur xwede dihewîne, hevalan gelek mijar di asta zanistî de ji bo me ronî kirin. Ji ber ku di nava civakê de Jin her tim bindest bû, nezîkatiyên dijminahî li ser Jinê hatubû ferz kirin. Lê di vê perwerdê de gelek tişt me girt û em ketin ferqa wê de.”

Mihemed destnîşankir ku alternatîfa Rêber Apo li hemberî pergala desthilatdar daniye pir xurte û wiha got: “Rêber APO  xest ev fikra dijminahiya li dijber Jinê  tê kirin were guhartin û di despêkê di malbata xwe de ku dema xwûşka Rêber Apo bi nextê çewaleke genim ve hat zewîcandin despêkir. Rêber Apo ev yêk ji bo ti Jinan nepejirand û li hemberî vê pergala Jin tê de bindeste bi fikreke alternatîf Hevjiyana Azad derxist pêş. Îro jin li hemberî desthilatdarî û zayinperestiyê  xwe di parêze, kar dike, çandiniyê dike û ew dibe pêşenga Aboriyê û li pêş dixe .”

Mihemed eşkere kir ku divê Felsefeya Jiyana Azad tenê bi kêliyên perwerdê ve nemîne û derûdora  wan jî di van agahiyan bigre û li wan bê belavkirin û wiha bi dawî kir: “Pêwîste li derveyî perwerdê jî ev mijarê ku me di perwerdê de girtine em li derdora xwe belav bikin ku bi Felsefeya Rêber Apo ve Hevjiyaneke azad pêş bixin.”

 

Related Articles

Back to top button