
Seminer bi diruşmeya ‘Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Xwe Bi Parêze’ li taxa Erbawîyê li Dîwana Edaletê a bajarê Qamişlo, Bi beşdarbuyîna Rexistinên Jin Endam û Rêvebirên Kongra Star TEV-DEM, PYD û hemû saziyên Rêveberîya Xweser ve Hat dayîn.
Di semînerê de mijara bi naveroka xwe li ser Tundîya li ser Jinê û Tekoşîna Jinê li Hemberî tundiyê dihewîne hat destgirtin û Bîlançoya 2023/2024 êrîşên li ser Jinên cîhanê hat eşkere kirin.
Piştî deqeyekî Rêz girtinê li ser cangorîyên azadiyê Seminer ji aliyê Rêveberîya Mala Jin Behiye Muradî ve hat bi Rêvebirin.
Behiye Murad diyarkir ku Tundîya li ser Jinê qirkirina Civakêye û wiha pêde çû: “weke Jin dibêjin em jinin û em jiyanin. Rêber APO dibêje ez dixwazim Jin bi hêz be û vê hêza xwe ispat bike bi tekoşîne xwe ve bibe hêza çareseriyê ji bo jiyaneke bi ewle û aştiyane.
Behiye balkişande ser perspektîfên Rêber Apo e ji bo Jin daye diyarkirin û wiha lê zêde kir: “ji despêka avakirina Tevgera Azadîyê heyanî niha bi analîz û tespîtan ve Rêber APO perspektîfê xwe ji bo pêşketina Jin dîyarkiriyê. Ji ber ku Rêbertî diyardike ku çavkaniya herî rast Jin’ê.û projeyamin a Jin’ê nivçe ma. Ji bo vê yêke di girtîgehê de di nav tecrîdeke giran de bi şert û mercên herî zehmet de dîsa jî ji bo Jin azad bibe ji bo bibe xwedî hêza çareserîyê bi berxwedaniyeke bê hempa ve em gihandin vê astê ku îro em dikarin mafê xwe e wekheviyê bixwazin.
Behiye, Şehîd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Doxan ku ji Parîsê hatibûn Şehîd xistin bi bîr anî û got: “ sê Jinê tekoşer li Parîsê 9.01.2013 de ji ber nasnameya xwe a Kurdbûnê hatin şehîd xistin. Ji Jinên Kurd ditirsin ji ber ku Jinê Kurd tekoşîna azadîyê dimeşînin. Ne tenê ji bo Jin Ji bo hemû civakê Tekoşîn Dikin Ji berku Rêber APO got heya Jin azad nebe civak azad nabe.
Her wiha di semînerê de bîlançoya 2023/2024 êrîşên li ser Jinan hatiyî kirin hat ragihandin
Bîlanço ji alîyê berdevka Mala Jin Ranya Remo ve hat xwendin wiha ye:
Welatên Ewrupa
Rêjeya tundiya li ser jinan li welatên Ewrupa wiha ye: Letonya û Danîmarkayê ji sedî 30, Swêd ji sedî 28, Norwêc ji sedî 27, Hollanda ji sedî 25, Belçîka ji sedî 24, Almanya ji sedî 22, Îtalya û Yewnanîstan ji sedî 19, Japonya ji sedî 15 ye.
Gorî daneyên wezîrê karê hûndir yê Fransayê di nava salê de 222 hezar bûyerê tundiya di nava malê de hatine jiyîn. Li Brezîlya 1 milyon û 200 hezar bûyerên tûndiya nav malbatê hatine jiyîn.
Rojhilata Navîn
Rojhilata Navîn di pêkanîna adaleta jinan de herêma herî binkeftî ye, ku dewletên wekî Îran, Urdin, Qûwêyt, Filistîn, Qeter, Sûriyê û Yemenê balê nakşîne ser yasayên sûcên li hemberî jinê bi taybetî sûcên destdirêjiya cinsî
Li beramberî vê welatên ku herî zêde ji bo jinan xeter in, Efxanistan, Yemen, Efrîqa navîn û bakurê Sûdanê, Sûriye, Somalî û Iraq e. Li van welatan ji her 5 jinan yek jin rastî tundiya hevjînê xwe hatine. Her ji 10 jinan 6 jin jî nêzî cihê şer û pevçûnan jiyan dikin.,
Welatên Ereban: 37 jinên Ereb di jiyana xwe de rastî yek ji cureyên tundiyê hatine. Ji sedî 14 ji keçên welatên Erebî di jêr temenê 18 salî de hatine zewicandin.
Yemen: li Yemenê di şerê salên derbasbûyî de zêdetirî 1000 jin hatine kuştin, zêdetirî 18 hezar jin birîndar bûne.
Sûriyê: li Surîyê zêdetirî 6 milyon jin ji ber şer û pevçûnan ji malên xwe koçber bûne.
Sûdan: li Sudanê gelek raporên ji bo Netewên Yekbûyî hatine rêkirin, tê de çalakî û buyerên destdirêjiya komî hatiye belge kirin, ku di enacama wê de bi dehan jin jiyana xwe ji dest dane. Piştî van bûyeran gelek jina jî xwe kuştine.
Urdin: li Urdinê hêjî yasayên ku zewaca di temenê biçûk de destek dike hene, yasaya Urdinê rê dide keç di temenê 15 saliyê de bidin zewicandin.
Iraq: li Iraqê ji sedî 70 jin rastî tundiya fîzîkî û cinsî tên
Turkiy: li Turkiyê 2024 an de, di nava 9 mehan de tenê 319 jin hatine kuştin, 184 jin jî bi guman mirin e. Di sala 2023’an de jî 315 jin hatine kuştin, 248 jin jî bi guman mirin e.
Bakûr û Rojhilatê Surî: Dema em dibêjin şoreş em ji bîrnekin ku hîna ev şoreş berdewam e. Ji bo wê jî di asta bakur û Rojhilatê Sûriyê de li dijî her awayî binpêkirina mafên jina têkoşîneke dijwar jî tê meşandin. Di şexsê jin de dixwazin exlaqê civakê birûxînin. kêlakê vê rewşa şer ya li heyî jî exlaqê civakê de xirabûnekê pêşdixe. Di gelemperiya bûyerên întîxar qewimîne. 15 jin hatine kuştin û teşebûsê kuştina 20 jinan hatine jiyan kirin. Di nava van bûyeran de 20 jin ji kuştinê hatine rizgarkirin. Dîsa gorî daneyên fermî 8 jin rastî îşkence û tundiyê hatine. 2 jin aliye cînsî rastî êrîşê hatine. bakur û Rojhilatê Sûriyê de gorî daneyên fermî yên hatine berhev kirin di 8 mehê dawî ya sala 2024 yan de 16 tecawûzkirin û 1 jin jî hatiye revandin.
Li Heremên Dagirkirî (Efrîn, Serêkaniyê, Girê spî)
Gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê di pênc salên dawî de dagirkeriya Dewleta Tirk û komên çete li Efrîn ê; 1000 jin hatine revandin, 99 jin hatine kuştin, 9 jin xwekuştine, 74 jin jî hatine tecawûzkirin. Li Serêkaniyê qasî agahiyên hatine bi dest xistin 11 bûyerên tecawûzê qewimîn e. Ji vana 5 zarokên keç in. 86 jin hatine girtin û 7 jin jî hatine kuştin. 56 zarok jî hatine girtin.
Giştî Cîhanê
Di gelemperî cihanê de 2022’an de 89 hezar jin hatine qetilkirin. Sedî 55 ango 48 hezar û 800 ji van jinan ji aliyê hevjîn an jî bav û bira an jî mêrên ji xizmê xwe ve hatine qetilkirin. rêjeya tundiya ku li ser jinê tê kirin digihije ji sedî 70.
Li gorî daneyên UNICEF’ê di gelemperiya cîhanê de 370 milyon jin û zarokên keç yên di bin 18 salî de, ev jî qasî Encamên daneyên fermî yê hatine berhevkirin e, yan hatine tecavûzkirin an jî rastî êrîşên cinsî hatine. 700 milyon zarokên keç di bin temenê 18 de hatine zewicandin. Ji aliye saziya alîkariyê a Save the Children de hat eşkere kirin ku her ji 7 saniya carekê zarokeke keç tê zewicandin.
230 milyon jin û zarokên keç hatine sûnetkirin. 8 milyon zarokên keç winda bûne an jî hatine revandin. li Amerîkayê 558 hezar û 899 zarok, Li Awusturlyayê, 13 hezar û 400, Fransa 160 hezar. Almanya 16 hezar û 375 Îtalya , 6 hezar û 857 zarok rastî destdirejîyê hatin. sedî 89 ji van zarokan, zarokên keç in. Dîsa ji van zarokan sedî 69 zarokên penaber in. Her sal li Awrupa nêzî 300 hezar zarok winda dibin an jî tên revandin. Li gelemperiya Awrupayê rêjeya hevberdanê İspanya; sedî 65, Fransa; sedî 55, Rusya; sedî 51, Amerîka; sedî 46, Almanya; sedî 44, Brîtanya; sedî 42 ye. Welatê herî kêm hevberdanê lê tê jiyîn sedî 1 Hindistan e.
Di gelemperiya cîhanê de welatê di tundiya li ser jinê de asta herî bilind sedî 85 Pakîstan e
Seminer piştî Nîqaşên beşdarvanan bi dawî bû.




