
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî dewam dikin.
Bi vê boneyê rêxistina Kongra Stra a bajarê Tirbespiyê dewreyeke perwerdeyê ji mêran re vekir.
Dewreya perwerdeyê ku li avahiya PYDˈê ya li bajêr dest pê kiriye, dê 3 rojan dewam bike.
27 mêr ku di saziyên civaka sivîl de dixebitin, dê di nava 3 rojan de waneyan li ser qanûna malbatê, zayendperestî û hevjiyana azad bibînin.
Endama Kongra Star Xedîce Xelef ku dê perwerdeyê bide, li ser girîngiya 25ˈê Mijdarê, ji ajansa me re axivî.




