CivînNûçeSlide

Li Kantona Firatê a Bajarê Kobanê Bi Boneya 25’ê Mijdarê Civînek Girseyî Hat li Darxistin

Di çarçoveya çalakiyên 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, bi diruşmeya ‘Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Xwe Bi Parêze’ Civînek hat li darxistin.

Civîn bi pêşengtiya Kongra Star ve li naven da çand û hûnerê a Bajarê Kobanê bi beşdarbuyîna endam û Rêvebirên Kongra Star, Malbatê Şehîdan, Rêveberîya xweser, Hêza Cewherî, TEV-DEM, PYD, Jineolojî, Zanîngeh, Asayiş, Meclîs û Ciwan an pêk hat.

Piştî Deqeyekî rêz girtinê li ser Cangoriyên Azadiyê rawestiyan, civîn despê kir

Civîn ji aliyê Hevserokê Meclîsa PYD’ê ya Kantona Firatê Bozan Xelîl û Mamosteya Zanîngehê a bajarê Kobanê Firyaz Berkel ve hat birêvebirin.

Firyaz Berkel li ser berxwedanîya Jinê a di nava dîroka de heya roja me ya îro nirxandinê xwe Kir, her wiha balkişande ser berxwedaniya jinan a di Şoreşa Rojava de ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan û hişmendiya zilamsalar têk birin.

Di beşa duyemîn a civînê de jî Hevserokê Meclîsa PYD’ê ya Kantona Firatê Bozan Xelîl qala hişmendiya serwer a mêr kir û got, “Mêr 2 caran kole ye. Koleyê dewletê ye û koleyê civakê ye. Lê jinê êdî ew hêza koletiyê şikandiye.

Di dawiya civînê de Navenda Çand û Hunerê a Baqî Xido, Şanoyek pêşkêş kir

Civîn bi Diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

 

 

 

 

Related Articles

Back to top button