
Meş bi pêşengtiya Kongra Star ve beşdarbuyîna sedan mêr hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, malbatên şehîdan, Tev-Dem û Rêveberiya Xweser ve ji çarxerêya Sonî despêkir heya navenda Çand û Hunerê a Mihemed Şêxo.Meş bi hildana wêneyên Rêber Apo, alên kongra Star, bi fîlexên ‘na li dijî her cureyên tundiya dewlet û hişmendiya zilam’, ‘na ji tundiya li ser jinê, bese kuştin ji me re hûn jiyanê dikujin’, ‘têkoşîna jinê têkoşîna mirovahiyê ye’ û bi siloganên bijî berxwedana YPJ jin jiyan azadî hatin qêrîn.
Meş li ber Navenda Çand û Hunerê a Mihemed Şêxo veguhezî mitîngê
Piştî deqeyekê rêzgirtinê li ser rihê cangoriyê azadîyê, Li ser navê Kongra Star Cewahir Osman axivî.
Cewahir Osman despêka axaftina xwe de berxwedaniya Rêberê gelan Abdullah Ocalan slav kir û hevoka wî ku got ‘Ezê mêrê Cihanê bikim Mêren Azad ku mêren rastiya Jinê fêm bike û hêza jinê nas bike.’ Bi bîrxist û dîyarkir ku bi felsefeya Rêber Apo re wê bi tekoşîna xwe bilind bikin û serkeftinê misoger bikin.
Her wiha Cewahir Osman Tecrîda Girankirî a li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan şermezar kir û got: Tecrîda li ser Rêber Apo şideta herî mezine li ser gelê Kurd, li ser civakê, îrade û fikirê netewî yê Rêber Apo pêşkêşî hemû civakê kiribû yê. Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê ferz kirin, plan û siyasetekî qirêje. Lê em şagirtên Rêber Apo ne ku bi zanista xwe re reya tekoşîn û berxwedaniyê îşane me da û li ser sêniya zêrîn fikrê xwe ji bo pêşerojeke ewle pêşkêşî hemû pekhateyan kir.
Cewahir Osman tundiya li ser jinê jî şermezar kir û wiha lê zêde kir: îro em Li dijî hişemendiya tundiyê di nava tekoşîn û berxwedanîyeke mezin de ne Em wek Kongra Star Tundiya li ser Jinê û di şexsê Jinê de li ser civakê em bi navê we teva şermezar dikin.
Cewahir Osman wiha gotina xwe bi dawî kir: li dijî Tundiya li ser hebun, hişmendî me têne kirin jî emê li beramberî hemû rengê tundiyê şer bikin. projeya Rêber APO a Wekhevî û azad li ser bixin û di 4 aliyên cihanê bidin avakirin.
Meş Bi diruşmeyên Bijî Serok Apo “Jin Jiyan Azadî”




