ÇalakîNûçeSlide

Bi Sedan Kes li Bajarê Qamişlo Ji bo Azadiya Fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan Meşiyan

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ragihandin ku desthilata Tirk hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re heta 6 mehên din qedexe kirin. Parêzeran destnîşan kir ku ew biryarê napejirînin û dê daxwaznameyekê ji dadgeha destûrî ya bilind re li dijî vê biryarê pêşkêş bike.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo li dijî pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan  meşiyan.

Meş ji aliyê Insiyatîfa Gel ve hat organîzekirin çalakiyê ji ber Dermanxaneya  Deham a taxa Kornîş bajarê Qamişlo bi beşdarbûna şêniyên Tirbespiyê, Amudê, Derikê û Qundewarên Qamişlo hemû saziyên Civaka sîvîl, Rexistinên Jin, bi pêkhateyên Kurd, Ereb, Sûnî û Êzîdiyan ve heta ber çerxereya Timsal berdewam kir. Di meşê de Filexên ‘Azadiya Serok APO ji Azadiya Gelên Tekoşere’ û ‘Soz û Tekoşîna me Azadiya Fizîkî a Rêber APO ye’ hatin vedan û bi Weneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve diruşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’  hatin qerîn.

Meş li ber çerxereya Timsal veguhezî mitîngê.

Piştî deqeyekî rêz girtinê li ser cangorîyên Azadiyê, li ser navê Însîyatîfa Gel, Hevserokê PYD Remziyê Mihemed axivî

Remzîye Mihemed di despêka axaftina xwe de slav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo re şand û wiha axivî: “ li bajarê Qamişlo heya cizîra imraliyê bi navê ve tava yêk bi yek zarokên 3 salî heya 90 salî ku îro xwestek û daxwaza wan ewe ku silavên xwe bighînin Rêberê Netewî Rêber APO. Raste em her roj bi Rêber APO re Jiyan dikin, em her roj bi berxwedana wî re tekoşîna xwe mezin dikin, em her roj Rojbaş dibêjin Ji Rêber APO re.

Remziye Mihmed îşaret bi peyama Rêberê Gelan Abdullah Ocalan kir û wiha got: “Berîya çend rojan bi kelecaneke mezin Rêber Apo ji bo tevahî gelan netewan silav şand ew tê wateya Rêber Apo me behtir me di fikire. Ji bo vê yêke daxwaza Rêber Apo ji me çiye bi 4 gotinan ve di hevdîtinê de tecrid şermizar kir û tûndiya li zindanan de tê meşandin di nav tecrîdê de da diyarkirin, riya çareseriyê ku bi destê Rêber Apo ku  ji bu tevahî netewan û cîhanê, Rêber Apo ne tenê ji bo dewleta Tirk Ji bo me jî dibêje ‘ger zemîn û derfet werin avakirin ez ji bo çareseriya Siyasî û Huquqî amade me’.”

Remziye teqez kir ku wê ji dagirkeriya Dewleta Tirk û hêzen Emperyal azad bibin û got: “Ji bo vê berxwedan û tekoşîna we bi salane, rojane li kolanan li hemû qadan, xebatên Rêvebirina pergala Xweser de bi avakirina Komîn û Meclîsên xwe ku gel bi xwe îradeya xwe temsîl dike û xwe bi rêve dibe ku em ne mihtacê pergala netew dewletin. Pergala netew dewlete ku Rêberê me li zindanan de girtiye. Ji ber vê em vê pergalê qebul nakin. Çi qas şerê teybet û yê dagirkeriyê jî li ser me bide meşandin jî emê îro jî sibe jî xwe ji vê dagirkeriyê azad bikin.”

Remziye Meşa Li Koln’ ê silav kir û wiha lê zêde kir: “Em wekî gelên vêderê amade ne bi tevahî qadan berîya 2 rojan li welatên Ewrupa li Koln’ê gel bi sed hezaran ji bo Azadiya Fizikî a Rêber Apo derketibûn kolanan û meşiyan em bi navê we hemûyan silav dikin.

Remziye balkişande li ser berxwedaniya li heremên parastina Medya, piştgiriya xwe diyarkir û wiha rêz kir: “ hevalên me li çiyayên azad bi rojane rastê tundî, êrîşên sîlahên herî giran ê kîmyewî tên ku di çiya de rastê mirinê roj bi roj tên. Lê ew her roj bi berxwedana xwe ve bi girêdana xwe felsefeya Rêber Apo re hêza xwe mezin dikin. Bi israr li ser azadiyê û xwe gihandina azadiyê ve israr dikin. Ji bo jiyanek azad bi Rêberê xwere di nava gelê xwe de bidin avakirin, berxwedaniya xwe gihandine asta lutqeyê. Em ji Gerîllayên Azadiyê re dibêjin em her keliyê de li pişta we ne.”

Remziye Mihemed dawiya axaftina xwe de bang ji gelên azadîxwaz kir got: “Carek din em bi navê we dibêjin Slav û hezar Slav ji te re Rêberê min. Em rexnedayina xwe didin ji ber ev tecrîd 26 sal dirêj kir. Îmraliya ku dewleta Tirk jê ditirse ji bo me çirûska azadiyê ye ev çirûsk we tevahî cîhanê belav bibe. Tekoşîn û berxwedaniya me ku em îro 25 Mijdarê roja tekoşîna tûndiya li ser Jinan jiyan dikin, em ji bo rakirina Tundiya li ser Rêber Apo bangavaziyê ji hemû xwedî wijdanan dikin. Emê rojekê berîya rojekê bi Rêberê xwe re azad Jiyan bikin.”

Paşê li ser navê înîsiyatîfa gel Heyal El-Xuwêr axivî û got: “Rêber Apo ku ji Îmraliyê gelek peyam şandine, ev yek nîşan dide ku Rêbertî xwedî hêza bîrdozî û aqil e ku piştgiriyê bide çalakiya siyasî û veguhertina wê ji nakokiyan Di nameyê de Rêbertî ji me re gotiye ku ew hîna jî di bin qirkirin û tecrîdê  de ye û em ji vir jê re peyamê dişînin ku “Azadiya Rêbertî vîna me ye.”

Hayal wiha berdewam kirû got: “Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê ji girtîgeha qirkirina siyasî veguherand zindaneke li ser esasê dîplomasiyê, lewma îro têgeha ‘dîplomasiya girtîgehê’ heye, divê em hemû zanibin ku dîplomasiya girtîgehê bi saya Rêber Abdullah Ocalan e Îmralî navenda diyalog, demokrasî, aştî û jiyana hevbeş e.

Hayal da xuyakirin, “Teoriya neteweya demokratîk a ku cihê xwe yê rast û xwezayî di nava civakê de nîşanî jinê da ye, ku jin di hemû qadan de pêşengtî kir, ku Rêber Abdullah Ocalan weke şoreşa jinê weke şoreşa sorgulan nirxand.”

Meş bi qîrîna dirûşmên, “Bijî berxwedana Rêber APO” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button