Kongra Stra stra li bajarê Eyn Îsa ya Herêma Firatê bi nêzîkbûna 25′ ê Mijdarê de komxebatek lidarxist.
Kongra star li bajarê Eyn Îsay ya herêma Firatê bi nêzîkbûna 25'ê Mijadarê roja cîhanî ya li dijî tundiya li ser jinê'Bi felsefeya jin jiyan azadî xwe bi parêze komxebatek lidarxist.

Komxebat li salona civînan ya Meclîsa Şaredariya Eyn Îsayê bi amadebûna bi dehan şêniyên bajar û xebatkarên di meclisan de hat lidarxistin.
Di komxebatê de li ser du xalên sereke hat nîqaşkirin
Piştî deqeyekê rêzgirtin li ser rih, cangoriyê azadiyê rawestiyan,endama rêveberiya Kongra Star a kantona Firatê Lojîn di derbarê şêweyên tundiya li dijî jinan û sedemên wê nirxand.
Lojîn sedemên tundiya ku di civakê de li ser jinan tê meşandin rave kir û got:ku ew ji îdolojiya desthilatdariya mêr û desthilatdariyê rêjîmê
çavkaniya xwe digre. bi urf û ramanên kevnar ve girêdide, ku desthilatdariya tam li ser jinan dida mêran, wan dihizirand ku ew serdest û biryargirin, û wan ji azadî û derbirîna bîr û ramanan nahêle. Her cure tundiya sîstematîk a li ser jinê şermezar dikin
Lojîn di berdewamiya axaftina xwe de destn’;an kir ku encamên belavbûn û berdewamiya çanda tundûtûjiya “ne raporkirî” bi sedema nebûna siza û bêdengiyê, ku ev yek şermeke ji bo civakê ye, ku bi rêya wê jin tên tepeskirin û mafên wan tên windakirin.
Lojîn diyar kir ku tevgerên jinan ên ku piştî Şoreşa Rojava derketine holê, piştî ku statûya xwe dan jinan û rola xwe di wê de diyar kirin û li gorî fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebitîn, tundiya li ser jinan tê kirin sînordar kirin
Di komxebat ê nirxandinên beşdaran hatin kirin, û xebatên rêxistinên jinan ên li herêmê nirxand
Her wiha Hevserokê kompanyaya avê a navçeya Firatê Mesûd Bûzî jî axivî,
Mesûd Bûzî da zanîn ku li herêmên dagirkirî bi taybet li herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê ên dagirker , tûndiya giran li jinan tê kirin, û bi serde jî bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û mirovî yên ku çavên xwe ji hovîtiyên ku li wan deveran tên kirin, dikevin ber (kuştin, revandin û destdirêjiyê) digrin
Mesûd diyar kir ku Şoreşa Rojava ya ku jin tê de cih girt û beşdarî nava her qadê jiyanê bû, piştî ku jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê şoreşê, di her astê de destkeftiyên girîng bi dest xist û Desthilatdarên dîktator û zîhniyeta serdest a mêr hatin biçûkxistin
Mesûd bang li rêxistinên mafê mirova kir û got: ku nekevin nava tiştên ku ajandayên dijminan bi rêya şerê taybet ku bi zanebûn li herêmê dimeşînin.

Musûd Bozî destnîşan kir ku jinan azadiya xwe bi dest xistine, ji ber ku gelên herêmê bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pejirandine û di her tiştî de pêşengtî kirine. Qadên siyasî, xizmetguzarî û heta leşkerî jî.



