
Kongra Star li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya bajarê Dêrikê semînerek li dar xist. Şênî, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêmê tev li semînerê bûn.
Di semînerê de sînefizyonek têkildarî şehîd Rojgir Hêlîn û Asya Alî yên 23`yê Cotmehê li dijî şîrketa çêkirina balafiran û fezayê ya Tirkiyeyê li Enqereyê çalakiya fedayî li dar xistine, hate pêşandan.
Dûre endama Kongra Star a bajarê Qamişlo Sozdar Efrîn axivî û got: “25`ê Mijdarê, roja têkoşîn û berxwedana ji bo mafên jinan e. Ji ber nijadperestiyê û siyaseta li dijî jinan, edalet nine, lewma ji bo ku em azadî û mafên xwe bi dest bixin divê em tê bikoşin û li ber xwe bidin.”




