
Çalakiyên bi boneya 25ˋê Mijdarê yên tevger û rêxistinên jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.
Bi diruşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze” Kongra Star û Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya 25ˋê Mijdarê li hola Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê komxebatek li dar xist.
Di komxebatê de nûnerên Kongra Star, Rêxistina Sara ya Têkoşîna dijî Tundiya li ser Jinan, Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û Meclisên jinan ên bajêr beşdar bûn.
Rêvebera Kongra Star Viyan Mihemed axaftina destpêkê kir. Viyan teqezî bi girîngiya têkoşîna hevbeş a jinan ji bo şikandina fikra baviksalarî kir.
ˋJIN BERIYA ŞOREŞA ROJAVA Û RÊBAZÊN ŞERÊ TAYBETˊ
Di mijara yekemîn a li ser astengiyên li hember jinan beriya şoreşê derketine de endama Koordînasyona Kongra Star Nahid Silêman axivî. Nahid bal kişand li dijî jinan ji hêla civak û desthilatê ve û got Şoreşa Rojava hişt ku jin di aliyên siyasî û civakî de bi pêş bikevin.
Di nîqaşên mijara yekemîn de pêşniyarên li ser zêdekirina dewreyên hişyariyê yên li dijî tundiyê, afirandina bernameyên demdirêj ên ji bo geşkirin û hişyariya jinan der barê mafên xwe de hatin kirin.
ˋNA JI QETILKIRINA JINAN RE, NA JI TUNDIYA LI DIJ JINAN REˊ
Di mijara duyemîn de endama Rêxistina Sara ya Têkoşîna dijî Tundiya li ser Jinan Fereh Mihemed li ser asteniyên li pêşberî damezrandina saziyên parastina jinan di destpêka şoreşê de derketine axivî. Fereh bal kişand ser girîngiya zêdekirina hişyariya qanûnî, rola ragihandinê di guhartina nêrîna civakî de.
Encamname:
Di dawiya komxebatê de encamnameyek hat dayîn û wiha ye:
Lidarxistina hemleyên hişyariyê bi hevkariya bi rola jinan û Rêxistina Sara ya Têkoşîna dijî Tundiya li ser Jinan.
Avakirina navnedên parastin û perwerdekirina çareserkirina dozên tundî û tevliheviyên derûnî.
Pêkanîna qanûnên hişk di dema bikaranîna şîdetên mezin, mîna xistina girtîgehê heta 10 salan.
TÊKOŞÎNA JINÊN KEDKAR
Girêdayî heman mijarê Desteya Şaredariyan a kantona Cizîrê li hola Marbêla ya Hesekê komxebateke diyalogê li dar xist û tê de têkoşîna jinên kedkar hat nîqaşkirin.
ˋROLA JINAN DI PERGALA HEVSEROKATIYÊ DEˊ
Di komxebatê de 3 mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Mijara yekemî na li ser rola jinan di pergala hevserokatiyê de ji hêla hevseroka Şaredariya Hesekê Seidiye Kotî ve hat nîqaşkirin. Di mijarê de li ser girîngiya pergalê di geşkirina wekhevî û aktîvbûna beşdariya jinan ji hêla biryardayînê de hat nîqaşkirin.
ˋASTENGIYÊN JINÊN KEDKARˊ
Hevseroka Yekitiya Kedkaran Hemîde Mihemed Ehmed mijara duyemîn a bi sernavê ˋastengiyên jinên kedkarˊ nîqaş kir.
ˋROLA NIVÎSGEHÊN JINAN ÊN ŞAREARIYAN DI BIDAWÎKIRINA TUNDIYA LI DIJÎ JINAN DEˊ
Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Tirbespiyê Necbîr Hesen Îbrahîm mijara sêyemîn a nîqaş kir û bal kişand ser girîngiya van nivîsgehan di piştgiriya sînordarkirina tundiyê de.
Di nîqaşên li ser her sê mijaran de encamnameyek hat dayîn:
Lidarxistina projeyên biçûk ji bo piştgiriya jinan di aliyê aborî de.
Bilindkirina astên fikrî û hişyarî ya jinan bi rêya perwerdê.
Geşkirina hevkariyê di navbera şaredarî û TEV-DEMˋê de ji bo firehkirina aliyê hişyariyê.
Beçavgirtina qanûnên xebatê ji bo diyarkirina saetên xebatê.
Dayîna semînerên hişyariyê di komînan de.
Mezinkirina têkoşînê li dijî şêweyên nîjadperestiya di hundirê civakê de.
Dabînkirina derfetên xebatê li gorî pêdiviyên jinan.
Nûkirina nivîsgeha taybet bi şaredariyan ji bo çareserkirina dozên tundiya li dijî jinan.




