ÇalakîNûçeSlide

Li Bajarê Qamişlo bi hezaran kes bi boneya 25’ê Mijdarê Meşiyan

Bi boneya 25’ê mijdarê Roja tekoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li bajarê Qamişlo bi diruşmeya ‘Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Xwe Bi Parêze’ bi hezaran kes meşîyan.

Roja 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, ev rojê bingehê xwe ji têkoşîna xwişkên Mîrabel digire. Patria, Minerva û Maria Teresa li Komara Dominik çalakvanên siyasî bûn û li dijî pergal û siyaseta serokê komarê Rafael Trujillo serî hildabûn û têdikoşiyan, bi fermana Rafael Trujillo ve tên dîl girtin û îşkenceyên cur be cur li ser her sê xwûşkan bi kar tînin. Piştî hersê xwişk ji girtîgehê derdikevin, di 25’ê Mijdara 1960’î de bi rengekî hov ji aliyê çekdarên Rafael Trujillo ve têne qetilkirin. Neteweyên Yekbûyî di 17’ê Kanûna yekemîn sala 1999’an de biryar didin ku 25’ê Mijdarê, roja qetilkirina xwişkên Mîrebal bibe roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê.

Meş bi navê  Platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê suriyê li ber çerxereya Osman Sebrî a Bajarê Qamişlo bi beşdarbuyina Şêniyên Gundewarên Qamişlo, bajarê Amudê, Tirbespiyê, Tilhemîs her wiha Hemû Rêxistinên Jin, Rêveberîya Xweser  bi sedan Jin û Mêr’an ve despêkir. Mêşê de bi vekirina fîlexên “Tundiya Li Ser Jinê re Na, Kuştinên Jinan û Destdirêjiya Li ser Zarokan re Na” , “Na Ji Darvekirinê re Na ji Kuştina Jinan re” , “Em Hene, Em Xwezane, Em Jin’in, Em Civakin, Em Jiyanin” her wiha Wêneyên Rêber Apo û Şehîdan,  alên Kongra Star hatin hildan û bi diruşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berz kirin.

Mêş heta ber navenda Çand û Hunerê a Mihemed Şexo domkir û li vir veguhezî Mitîngê

Piştî deqeyekî rêz Girtinê Li ser Cangoriyên Azadiyê li ser navê Kongra Star Emîna Omer axivî

Emina Omer Jinên tekoşer ê cihanê slavkir û wiha dirêjahî da axaftina xwe: “her sal weke vê rojê em tekoşîna hemû jinên cîhanê slav dikin û bi helwestekî tund hemû tûndiya li ser jinan em şermizar dikin û red dikin. Weke Jinên Bakur û Rojhilatê Surî Roja 25 Mijdarê her sal em bi hemleye kê re radibin, îsal jî hemleya me ‘Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Xwe Bi Parêze’ 10’ê meha Mijdarê despêkir heya îro. 15 rojin gelek Çalakiyên girîng dagirtî hatin li darxistin, Hemû heremên Bakur û Rojhilatê Surî de bi sedan semîner hatin dayîn, Bi dehan civîn, Komxebat û Meş hatin darxistin.

Emîna dîyarkir ku bi tekoşîneke hevbeş re wê rê li pêşiya Tundiyê bigrin û wiha got: “Armanca me da nasîna Tundiya li ser jinê ye ku da civak hemû bizanîbe ku xeteriya Tundîya Li ser Jınê û di şexsê Jinê de li ser Civakê heye ku em bi hevdura alîkar bin ji bo em bikarin civaka xwe vê tundiyê xilas bikin.Tûndiya ku tê kirin li ser cîhanê hemû ye tundiyeke hevbeşe li ser hemû jinan. Gelek tekoşînê mezin a Jinan tê kirin ji bo li hemberî Tundiyê bisekinin. Ji bo vê tekoşîneke hevbeş tê xwestin. Tenê Bi tekoşîn û rexistineke hevbeş ve em dikarin li pêşiya vê Tundiyê Bigrin.”

Emîna Omer balkişande ser şerê cîhanê e 3’yemîn û bandora wê li ser Jinan û wiha rêz kir: “Îro şerê cîhanê ê 3’mîn despêkirye. Ev şer bandoreke neyinî li ser civaka me û bi taybet jî Jinan dike. Ji berkû Jin xwedî îradeyekî mezine ku îro doza mafê xwe dike bi avayekî xurt xwe rêxistin dike. Ji bo vê jî gelek Jin tên Qetilkirin, komkujiyan pêk tînin û siyaseten qiêj li ser Jinê tên kirin.Pêwîste helwesta me a hemû Jinan li ser asta Cihanê yêk be ku em pêşiya şerên desthilatdariyê bigrin û em rê nedin ku bandora xirab Jinan û Civakê çêbike. Ev bi riya xwe parastinek xurt û rexistinbuyînê re em dikarin li hemberî Tundiyê bisekinin.

Emîna bang li siyasetmedarên Suriyê kir û got: “Ev kesên ku Tundiyê li ser Jinan pêk tînin pêwîste bi avayekî tund werin cezakirin û piştgiriyeke xurt di aliyê Deronî, fîzîkî û civakî de bi Jinan re were kirin. Pirsgirîka Surî gelek kure û roj bi roj kurtir dibe, Lewma ev daxwaza me hemû kesên siyasetmedarê surî û demokrasi xwaz bi beşdarbuyîna Jinan ve li ser masaya dîalogê runin. Jin pêwîste aliyê siyasî de ji dialogê re amade bin û xwe amade bikin ji bo mafê xwe û yê gêllê xwe misoger bikin. Jin ji qadên civakî, siyasî, qanunî û leşkerî de pêwîste roj bi roj rexistina xwe Xurtir bike.”

Emîne teqez kir ku wê li ser şopa Şehîdan Felsefeya Rêber Apo mezintirîn bikin û wiha bi dawî kir: “Ji hemû   em silavên xwe hemû tekoşerên Jin e Bakur, Başur Rojhilatê Kurdistê û hemû jinên Cihanê re dişinin. Em soza xwe a şopandina rêya şehîdan re nû dikin ku emê felsefeya Rêber Apo ku ji bo Jin afirandîye mezin bikin û bi diruşmeya Jin Jiyan Azadî tekoşîna xwe bilindir bikin.”

Piştre rêveberiya Kongra Star a Tilhemîs Maya El-Hedîd axivî

Maya El-Hedîd despêka axaftina xwe de şehîdên tekoşer e di oxira azadîyê de rihê xwe feda kirini bi bîr anî û wiha got: “Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, em hemû jinên ku di rû bi rû bûna tundiya mêr de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Em rêhevalên xwe yên ku li herêmên me rê li ber me vekirine, ji şehîd Sakîne, Jîna Emînî, Hind, Saada û Zeyneb Sarûxan bi bîr tînin û soza bilindkirina tekoşîna xwe a li hemberî her cure tundiyê, ji hevrêyên xwe re nû dikin.

Maya di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em weke jin ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan kampanyayeke ronîkirina hişmendiyê li dar xist û civînên, meş, Komxebatên berfireh hatin lidarxistin, her wiha xebatên girîng ji bo wekheviya di navbera zayendan de hatin kirin. ji ber ku bi hezaran sal in jin rastî destdirêjiyê tên. û heta niha ji aliyê siyasî, aborî, fizîkî, civakî ve bi her şêweyî destdirêjî li wan tê kirin û em jî weke jin mil bi mil li ber xwe didin ku têgeha tundiyê li ser jinê ji holê rakin

Jinan di vî şerî û vê krîzê de li hemberî dagirkerî û zîhniyeta desthilatdar a mêr ku hewl dide îradeya jinê bişkîne û hebûna wê li ber çavên dîrokê ji holê rake, weke modernîteya kapîtalîst ji bo destekkirina mêran dixebite, jin roleke xurt lîstin. zîhniyeta li Rojhilata Navîn û em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kampanyayên hişyarî û serdanê ji bo birêxistinkirina hemû Jinên Cihanê jinan dixebitin

Maya axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em weke jin li hemû herêmên Rojava û derveyî wê, bi ruhê berxwedan û rêxistinbûnê têkoşîna xwe bikin yek da ku li hemû qadan mafên jinan bi dest bixin.

Meş bi diruşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

 

 

 

 

 

 

 

Related Articles

Back to top button