ÇalakîNûçeSlide

Bi sedan kes li   Bajarê Girkê Legê  li Dijî Tundiya li Ser Jinê Mşiyan.

Bi boneye 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi sedan kes bi diruşmeya bi felsefeya jin jiyan azadî xwe biparêze meşiyan.

Meş li bajarê Girkê Legê bi beşdarbûyîna  bajarên Girkê Legê, Dêrik, Tilkoçer û hemû pêkhateyên kurd, Ereb, Suryan, malbatên şehîdan û partiya demokratîk  (PYD’) ê   tevlî meşê bûn.

Meş ji çarxerêya şehîd Xebat destpêkir heya  kolana şehîd Tehsîn meşiya.di meşê de  bi hildana  wêneyên  Rêber Apo, alên kongra star, û fîleksên li dijî her cureyên tundiyê jin jiyan azadî,dest dirêjiya li ser jinê  şerma mirovahiyê ye,em bi felsefeya jin jiyan azadî xwe diparêzin,dagirkerî  tundiya herî mezin ya li hember jin û. xwzayê ye û bi siloganên Bijî serok Apo bê Serok jiyan nabe jin jiyane jiyanê nekuje hatin qêriyan.

Meş li kolana şehîd  Tehsîn rawestiya  veguhezî mêtingê

Piştî ku .alakvan deqeyekê rêzgirtin li ser rihê cangoriyê azadîyê rawestiyan.

Endama  koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo axivî.

Şîraz Hemo di şexsê rêheval  Sakîne,Sara,Rûken,Asya Rojger û Elî  Yusra, Rîhan de bi bîranî û got: bi boneya roja cîhanî  ya têkoşîna li dijî  tundiya yên ku li ser jinan tê meşandin   em sekina hemû jinan berxwedaniya  wan  têkoşîna wan qehremantiay wan ku  sekina pîroz li beramberî  siyasetek ku  wan hedef digre siyaseta dijminan siyaseta dagirkeran  zihniyeta desthilatdaran  zihniyeta  yê ku dixwaze kesayeta mirovan  îradeya mirovan binpê  bike bi felsefeya jin jiyan azadî emê tekoşîn û berxwedaniya bê em silav dikin

Şîraz Hemo da zanîn ku di şexsê jinan  dixwazin civakê hilweşînin  di şexsê jinan de dixwazin îradeya civakê  jî bikujin ji wan zêdetir bi siyaseteke herî xirab   bi felaketeke herî xirab  tundiyê rewa bikin  lê em bêjin daxwaza wan ji van siyasetan ji van  armancên ku   civakek koçkirî   jineke bê îrade civakeke bê îrade   welateke ku di bin koletiyê de  jiyan dike lê tundiya herî mezin   di kesayeta  Rêber APO de hedef digre pêktînin.

Şîraz diyar kir ku ji ber ku Rêber Apo çavkaniya ku azadî  bi wateya xwe ya rast û bi heqîqete xwe têr dike ji ber ku azadî kire milkê her mirovekî  ji ber ku Rêber Apo doza jin kir dozeke cîhanî  û dozekî zindî ji ber Rêber Apo ew rastiya veşartî li pêş çav ê her kesekî  da zelal kirin  hemû kes yê ku bi felsefa Rêber Apo xwe têr kirye  di lêgerîn heqîqetê de ye.

Şîraz Hemo wiha axaftina xwe  bidawî kir  li.dijî her cureyên sîstemên qirêj em ê li ber xwebidin û her tim em ê li qadan bin  careke din  ji berxwedanvanên serê çiyayan re ji berxwedanên di binê zindanan de    ji berxwedana  ku li îmralîyê di kesayeta Rêber Apo de tê kirin ji berxwedan û sekina bakur û rojhilatê sûrî  ji tekoşîna hemû jinan re em Dibêjin silav û hezar silav .

Çalakî bi duruşmeyên jin jiyan azadî bê serok jiyan nabe bi dawî bû.

 

 

 

Related Articles

Back to top button