DaxuyanîNûçeSlide

‘Bi PKK`ê re Heqîqet bû Azadî, Azadî bû Jin, Jin bû Jiyan, Jiyan bû Tekoşîn’

Kongra Star bi boneya salvegera 46’mîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) daxuyaniyeke nivîskî da û dîyarkir ku PKK’ Cîhan hilweşand û Heqîqet ji mirinê xilaskir.

 Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 27’ê Mijdara 1978’an de bi pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan û komek xwendekaran ve li gundê Fîs a bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê di rojên ku Dewleta Tirk di wê baweriyê de bû ku tiştek bi navê Kurd, Kurdistan û têkoşîna azadiyê nehiştine, hat damezirandin.

Hejayê gotinêye ku PKK ji bo doza gelê Kurd û azadiya hemû civakan tê dikoşe, lê belê hêzên hegemon û mêtinger ji bo berjewendiyên xwe e dewleta Tirk re, Amerîka Di sala 1997’an de, Brîtanya di 2000′an de, Keneda û Japonya û Yekitiya Ewropayê di sala 2002’yan de, Awstralya di 2005’an de û Newzîlanda di 2010’an de PKK’ê wek rêxistineke terorî bi nav kir. Di rastiyê de PKK li tu cihî êrişeke ku berjwendiyên welat û civak bixê bin metirsidariyê de nekiriye. Berovajî  tevgera azadîxwaz PKK, ji bo azadî û ewlehiya gelên bindest xebat dike, ev mafê rewa ye ku bi daxuyaniyekê ve Di Çileya 2020’an de Dadgeha Bilind a Temyîzê ya Belçîkayê navê terorê ya li ser PKK’ê bi temamî rakir û destnîşan kir ku PKK’ê ji bo mafên gelê Kurd di şerekî çekdarî yê hundirîn de ye û sivîlan hedef nagire, ji ber wê ew ne rêxistineke terorî ye.

 Daxiyaniyê de wiha hat gotin:

‘Rastiyeke Dîrokî’

27’ Mijdara 1978’an avabûna PKK’ê, vejîn û hebûna  gelê Kurd û cîhanê. Ew Kurdên ku di nava pençên qirkirinê de ji xewa mirinê rabûn, rihê însanên Kurd ji nûve çêbû û fikra yekîtî, têkoşîn û berxwedanê di gelê me de pêşket. Baweriyekî xurt çêbû. Hêza miletê Kurd bi partiya xwe re ye. Rastiyeke dîrokî hatiye avakirin ku Niha bi hezaran keç, xort û ciwanên leheng û wêrek ên gelê Kurd bi fedayîyane hazirin û jibo azadiyê mirinê didin ber çavên xwe.

‘An Serkeftin! An serkeftin!’

Daxiyaniyê diyarkir ku gelê Kurd xwe di serkeftinê de kilît kiriyê û wiha hat gotin: “Ew rojên ku berê tu kes nediwêrîbû bêjin em Kurd in, lê dema niha de kurd nefesekî dikşînin û bi rêya Şoreşa Rojava, xweparastin û Şerê Gelên Şoreşgerî ve  jiyana azad û demokratîk avadikin. Gel ne mîna berê ye û xwe bi hedefa xebatên serkeftinê ve kîlît kirine û dibêjin, An Serkeftin! An serkeftin!”

‘ji tunebûnê derfetên mezin û dîrokî hate afirandin’        

Daxiyanîyê bi pêşengtiya Rêber Apo ve avakerên tevgera azadiyê a PKK bi bîr xist û wiha lê zêde kir: “Partiya PKK, tevî Rêbertî û bi pêşengên wekî Heqî Karer, Kemal pîr, Mehmet Xeyrî Durmuş, Mazlûm Doxan, Sakîne Cansiz û hwd. ve bingeha avakirina partiya dirokî ya Kurdan hate damezirandin. Li paytexta Amedê, gundê Fîs’ê de dîrokek hate nivîsandin, ji tunebûnê derfetên mezin û dîrokî hate afirandin û jibo azadiya civaka gelê Kurd bi qehremanî Şehît Ketin. Lê belê, îro li şûna wan bi hezaran kes li serê çiyayan, qadan, herem û bajaran ala berxwedan û têkoşînê hilgirtine û felsefeya sîstema jiyana azad belavî cihanê dikin.”

‘Di oxira avakirina jiyana azad’   

Daxiyanîyê 46’mîn damezrandina PKK ji Rêbertî, hemû şehîdên di oxira azadiyê de rihê xwe fedakirini û gelên azadîxwaz pîrozkir û got: “Me di oxira avakirina jiyana azad, wekhevî û demokratîk û avakirina azadiya Kurd û Kirdîstanê de li gelek çeper, enî, qad, bajar û gundan bi berxwedaniyeke Egîdane ve şehît dan. Jibo wê jî em destpêkê hemû şehîdên xwe yên qehreman, egîd, mêrxas, şoreşger û mîlîtan bi bîr tînin û sersala Partiyê li wan pîroz dikin. Dîsa, salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê destpêkê ji Rêber Apo û gelên me yên weletparêz û azadîxwaz pîroz dikin.”

‘pêşengtiya jinên mîlîtan’

Her wiha daxiyani da zanîn ku Bi birdoziya PKK ve li Rojhilata Navîn pergala Netewa Demokratîk ava dibe û wiha rêz kir: “Berî avabûna PKK’ê Ziman tunebû, bihêlin ziman wek nav, Kurd tunebûn. Lê, netîce û asta ku em îro gihîştinê de dengê kurdan li Dinyayê belav bû. Ji hemû cihanê re bû modela jiyana alternatîf a Modernîteya Demokratîk. Îro bi berxwedanî, dîplomasî, parastin, û siyaseta demokratîk ve, bi keda hemû Netewên li heremê ve li Rojhilata Navîn sîstema Netewa demokratîk tê avakirin. Yên ku înşakirina vê sîstemê digîhînin bingeh û pêşketinên esasî, pêşengtiya jinên mîlîtan, şoreşger, fedayî, şervan, berxwedêr, têkoşînvan û siyasetmedarin.

‘Di himbêza ocaxa PKK’ê xwe afirandin’

Daxuyanîyê fedaîyên jiyana azad ku xwe di dilê dijmin de teqandin bîr anî û wiha pêde çû: “Ew jinên pêşeng û xwedavendên wek H. Sakîne cansiz, Berîtan, Zîlan, Sema û Viyan’an; dîsa bi fedayîbûna Ş. Rûken, Sara, Asya Elî, Arîn Mîrkan, Avesta û hwd. di himbêza ocaxa PKK’ê de xwe ji nûve afirandin û bûn nûnerên felsefeya jiyana azad û jibo civakê bûn dengê rastiyê, bûn pratîka edalet û wekheviyê. Asya Elî û Rojger Hêlîn jî bi çalakiya xwe ya dîrokî ve bûn şopdarê xwedavenda heval Zîlan û di nava dilê dijmin de xwe feda kirin û hebûna xwe gihandin rastiya heqîqetê.”

‘Jina Çeleng, Sara’

Daxuyaniyê bakişande ser Şehîd Sakîne Cansiz (Sara) ku weke Jina Yêkem di despêka avakirina PKK de cih girt, û wiha got: “bi bRêber Apo Hîn di avabûna PKK’ê de cîh da jinan û baweriya xwe bi hêza jinan anî. Yek ji wan jina çeleng, qehreman, şoreşger, mîlîtan û berxwedêr heval Sara bû ku di destpêka avabûna PKK’ê de cihê xwe girt û heya dawiyê rola jina şoreşger, mîlîtan, pêşengtî û fermandariyê leyîst. Bi pêşengtiya heval Sara ve gelek jin hatin rêxistinkirin û gelek jinan tevlî Şoreşa PKK’ê bû. Jibo wê jî ji her demê zêdetir divê em xwe rêxistin bikin û xwedî partîbûyînê derbikevin.”

‘PKK pêşeroja gelê Kurd û mirovahiyê bi herfên zêrîn dide nivîsandin’

Her wiha daxiyanîyê îşaret bi felsefeya Rêberê gelan Abdullah Ocalan ku Azadiya Jinê afirandiyê kir û wiha domkir: “Ya ku vê hêzê daye avakirin hêza PKK’ê ye. Mîmarê felsefeya Jin, jiyan, azadî û xwedî felsefeya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo ye. PKK, nasnameya gel e. Navê avakirina civakbûyînê ye. Dîroka pêşketin û pêşeroja gelê Kurd bi herfên zêrîn dide nivîsandin.”

‘Li hemberî hêzên emperyal xeta sêyemîn’

Daxuyaniyê tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan destnîşankir û got: “Di şoreşa Rojava de jî pêkanîn û înşakirina fikir û felsefeya sîstema jiyana azad û demoratîk bi rihê îdeolojiya partîbûyînê xwe dide meşandin û civakbûyînê dide avakirin. Tarzê jiyana komînal û hêza xwe ya cewherî ve li hemberî hemû hêzên dinyayê xeta sêyemîn hatiye avakirin û li hemberî her cûre dagirkirin, îxanet û desthilatdariyê serî radike û tucarî qebûl nake. Gelê Kurd bi berxwedaniyê ve nasnameya hebûn û azadiya xwe li ser pelên dîrokê dide nivîsandin, bi zanebûna dîrokî û hêza xwe ya cewherî ve li hemberî tecrîda mutlaq a sîstema îmraliyê disekine.”

‘Berxwedan Jiyane’

Daxuyaniyê bang li gelên azadîxwaz kir û wiha lê zêde kir: “Jibo wê jî em hemû gelên Kurd bangî bilindkirina têkoşîn û berxwedaniya romana bê dawî ya PKK’ê dikin. Pêwîste em yekîtiya xwe bi hêz bikin û li Rojhilata Navîn rastiya gel û netewên demokratîk bidin avakirin. Silogana “Berxwedan Jiyane” îro di Şoreşa Rojava de gewde bûye û bi felsefeya “Jin, Jiyan,Azadî” ve digêhêje milyonan însan û xwe vediguherîne şoreşa Jinan, azadiya jinan. Bi keda Rêber Apo ve jinên xwedî îrade û ji hêza xwe bawer hatin perwerdekirin û bi hêza ew jinên berxwedêr û mîlîtan ve di nava şoreşa PKK’ê de artêşbûyîna jin hate avakirin. Îro jî li hemû qadên cihanê bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ve şoreşa jinê tê bangkirin.

‘Bi ruhê xwe e fedayî navê PKK’ tacîdar kirin’

Daxuyaniyê wiha domkir: “Wek meclîsa K. Star  sersala avabûna PKK’ê ya ku bûye nasnameya hebûn û dîroka berxwedana gelê Kurd di serî de li tevahî gelên me yên welatparêz, hemû jinên têkoşînvan, şoreşger û berxwedêr pîroz dikin. Nasnameya dîrokî ya gelê Kurd bi hewildan, fikir û ramanên bê dawî yên Rêbertî ve bi navê PKK’ê zindî bû, di her çar aliyên Kurdistanê de tovên azadiyê hatin çandin. Bi keda Şehîdan partîbûyîn gihîşte asta herî jor û bi fedayîbûnê ve navê PKK’ tacîdar kirin. 27’ê Mijdarê di serî ji Rêber Apo re Jibo hemû şehîdên têkoşîna azadî û berxwedana şoreşa Kurdistanê Jibo hevalên PKK’ê, jibo dostên PKK’ê pîroz dikin û sersala damezirandina PKK’ê ya 46. Mîn bi rihê rastiya gelê şerker ve pêşwazî dikin.”

‘xwe bigîhînin heqîqeta azadiyê’

Daxuyaniyê salvegera PKK slav kir û wiha got: “Bi hêviya ku di salên pêşiya me de em bi Rêbertî re sersala partiyê pîroz bikin û xeyalên hemû şehîdan pêk bînin û bi hêviya ku demekî nêz de em xwe bigîhînin heqîqeta azadiyê û azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêkbînin; em salvegera PKK’ê ji dil û can silav dikin.”

‘Xwe bigihînin destana bê dawî ya PKK’ê’

Daxuyaniyê teqez kir ku wê tekoşîna xwe bi hêztir, mezintir bikin û wiha bi dawî kir: “Li ser van esasan em wek meclîsa K. Star hemû gelên xwe yên welatparêz,civaka azadixwaz û demokrtîk, silav dikin. Bi felsefeya jin jiyan azadî ve soza berfirehkirin û bilindkirina têkoşîn, berxwedanî û rêxistinkirina hemû jinan didin. Di Salvegera 46. Mîn a Partiyê de emê hîn zêdetir erkên xwe yên dîrokî pêk binîn û xwe bigihînin destana bê dawî ya PKK’ê.”

 

Related Articles

Back to top button