
Bi boneya 25’ê roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ev roj roja bingehê xwe ji têkoşîna xwişkên mîrbala digre.
Meş bi pêşengtiya kongra star a kantona Efrîn-Şehba bi tevlîbûna bi hezaran kes ji navçya Ehdas heyanî peymangeha Viyan Amara meşiyan.
Meş bi hildana wêneyên Rêber Apo û alên kongra star û bi diruşmeyên Bê Serok Jiyan Nabe, Jin jiyan azadî û bijî Rêber Apo hatin berzkirin.
Her wiha li ser navê komîta perwerdê Rodîn mihemed axaftin kir.
Rodîn Mihemed di ser de silav û heskirnên xwe da û got:
Silav û rêz ji vir heya qada tekoşîn û berxwedanê ji şehba heya îmraliyê ji endezyarê felsefeya azadiya jinê em silav û rêzên xwe dişînin li ser nevê gel jî em silavan dişînin bi roja têkoşîna li dij tundiya li ser jinê em ji bo wê tekoşîn dikin em silava ji hemû jinên cîhanê re dişînin ew jinên li hember tundiya şerê cîhanê radiwestin. Dama em behsa tundiyê dikin di wateya lêdan û kuştinê daye Em tundiya wiha bi nav dikin tundî ji ne qebolkirina fikra azadiyê ye




