Li bajarê Qamişlo bi hezararan kes li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan.
Bi hezaran Şêniyên bajarê Qamişlo li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma bakur û rojhilatê sûriyê bi meşekê girseyî şermezar kir û tekezî li ser hevgirtina xwe kirin.

Ev 6 rojin ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bê navber êrişî gelê herêmê dike bi meşekê hatin şermezarkirin
Meş Bi pêşengtiya insiyatîfa gel ve bi beşdarbûyîna hemû pêkhateyên kurd,Ereb,Suryan,malbatên şehîdan,komîn xwendekar, mamoste û Rêveberiya xweser ji çarxerêya Sonî dest pêkir heya navenda Çand û Hunerê a Mihemed Şêxo.
meş bi hildana fîleksên Em li pişta hêza xwe ne, berxwdan bi sekina gelê şoreşger emê dagirkeriyê têk bibin, jiyane, Em ji mirinê mezin tirin,axa bakur û rojhilatê sûriyê ji Erdoxan û daişê re bibe goristan û bi siloganên berxwedan jiyane, serhildan jiyane, bijî berxwedana şêx meqsûd bijî berxwedana QSD hatin berzkirin.
Piştî rawest îna deqeyekê rêzgirtin li ser rihê şehîdan.Li ser navê insiyatîfa gel Yûsiv Hûtî axivî.
Yûsiv Hûtî di serî de bi xêrhatina beşdaran kir û got: îro ev serê şeş rojan bakur û rojhilatê sûrî raseyî êrîşên qirêj û dijwar ên Tirkiyê tên kirin gelê me yê Şehba û Tilrifetê ev serê çend roja ye li beramberî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe didin emjî soza vê yekê didin emê her li pişta gelê xwebin
Meş bi diruşmeya bijî berxwedaniya Şehbayê bijî berxwedana QSD’ê bi dawî bû.




