
Kongra Star diyar kir ku ev şer bandoreke neyînî li rewşa civak û gelan dike û got:
“Tişta ku li Helebê diqewime encama lihevkirinên hêzên destwerdêrên Sûriyê û nebûna çareseriyeke siyasî û nepêkanîna biryara 2254ˈan e.
Yê ku rewş gihandiye vê astê hikumeta Şamê bi xwe ye.
Şam diyalogan qebûl nake û bersiva beyannameya çareseriyê ya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêşkêş kiriye nade.
Di encama vê yekê de rê li ber qirkirineke komî vekiriye.”
Kongra Star anî ziman ku yê ku herî zêde sûdê ji vê rewşa Sûriyê werdigire tirkiyê ye û wiha domand:
“Dewleta tirk ji bo van armanca jî pêk bîne çareseriyên demokratîk lawaz dike.
Em bang li gelê herêmê dikin ku li gorî şerê gelê şoreşgerî tev bigerin û xweparastinê bi pêş bixin.”



