ÇalakîNûçeSlide

Şêniyên Bajarê Qamişlo bi Meşeke Girseyî Piştgirî dan Berxwedana QSD

Bi hezaran kes li Bajarê Qamişlo bi meşeke girseyî piştgirî dan berxwedaniya QSD ku li Qereqozax û Bendava Tişrînê li hemberî Êrîşên Dewleta Tirk û Çeteyên wê berxwe didin.

Meş bi pêşengtiya Insiyatîfa Gel bi beşdarbuyîna Kongra Star, PYD, TEV-DEM û hemû saziyên Rêveberiya Xweser, li ber çerxereya Sunî a Bajarê Qamişlo bi vekirina fîlexên “Em li Dijî Dagirkeriyê Dest bi Dest yêk Hêz bin, Rê nedin Dagirkeriyê” , “Bijî Yêkitiya Kurd, Ereb û Suniyan” , “Berxwedaniya me Mîsogeriya Azadiya Me ye” û “Em yêkitiya Gelê Kurd dixwazin” despêkir her wiha bi alên YPG, YPJ, QSD her wiha ala serxwebunê a  Surî jî hatin hildan û diruşmeyên ‘Bijî Berxwedana QSD, YPG û YPJ’ û ‘Gelê Surî yêke’ hatin berz kirin.

Piştî meş gihîşte li ber çerxereya Şêhîd Egît veguhezî mitîngê. Li vir ji bo deqeyekî rêz girtinê li ser cangorîyên azadiyê rawestiyan û merşa Ey Raqîp hat xwendin.

Pişre li ser navê Insiyatîfa gel Tala Yusif axivî

Talat Yusuf hilweşîna Rêjîma Baasê a Surî li tevahî Gelên Surî pîroz kir û got: “Gelê me ê berxwedêr li ser navê Insiyatîfa gel em meşa we û sekna we slav dikin. Em ketina pergala dîktatoriyê a Rejîma baas em hemû malbatên Şehîdan  malbatê birîndaran, malbatê girtiyan û li tevahî gelên Surî pîroz dikin. Gêlê Surî e ku bi dehan salan di bin siya rejîma diktator de eş û azarên ku kişandin, qetlîamên li ser vî gelê hatiyi meşandin, sîyasetên desthilatdariyê e şovînî e ku li ser tevahî gelê Surî hatiyi meşandin bi taybet li ser gelê Kurd bi ked, tekoşîna û fedakariya zarokên vî gelî û şoreşa vî gelî ji bo tevahî gelên Suriyê rejîma dîktator xilas be.”

Talat dîyarkir ku ew dê ji bo Suriyeke Demokratîk ku mafê hemû gelên Surî esas digre têbikoşin û wiha dirêjahî da axaftina xwe: “Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Surî em dibêjin ev serkeftin bu, lê ev serkeftin gerek misoger bibe bi avakirina suriyêk Demokratîk ku êdî înkar, îmha û desthilatdarî tê de nebe. Suriyek ku mefê tevahî gelên Surî bi hemû pekhateyên xwe ve bi rengekî wekhev azad jîyan bikin. Serkeftin daîmî misoger dibe.”

Talat balkişande ser berxwedaniya Şerwanên azadiyê û wiha got: “Xwesteka me ewe kû piştî hilweşîna Rejîma baasê, Ji bo suriyeke Demokrat û Azad pêwîste em mil bi mil Suriyeke Demokratîk bi hevdû re ava bikin. Em îro ji bo Hêzên xwe YPG, YPJ û QSD e ku di van kêliyan de li hemberî dagirkeriya Dewleta Tirk û çeteyên wê ku dixwazin xaka Surî dagir bikin û demografiya herêmê bigêharin, berxwedanîyeke bê hempa li bendava Tişrîn û Pira Qeroqozaxê raber dikin li virin. Em hemû YPG, YPJ û QSD ne.”

Talat Yusif da zanîn ku hemû planên Dewleta Tirk û çeteyên wê en qirêj wê berxwedaniya gel û şerwanên wan ve têk biçin û wiha bi dawî kir: “Hemû planên qirêj e ku li ser Vîn, hebûn û nasnameya gelê me û li ser projeya Demokratîk bi berxwedaniya şerwanên Azadiyê, zarokên vî gelî ve wê têk biçin. Ji bo vê em bang tevahî gelê xwe dikin ku di van rojên dîrokî de ji bo ku em serkeftina xwe misoger bikin em dagirkeriyê bi berxwedanî û tekoşîna xwe we vala derbixin.”

Meş bi dirûşmeyên ‘ Bijî Berxwedana QSD, YPG û YPJ’ , ‘ Bıjî Berxwedana Kobanê’ bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button