ArşîvDaxuyanîNûçeSlide

‘Wê bi Şoreşa Rojava a ku bi Jinê Dest Pê Kir Mafê Tevahî Jinên Sûriyeyê bi Parêze’

Kongra Star a Kantona Firatê têlikdarî gef û êrîşan ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berxwedaniya jinan ya li dijî van êrîşan daxuyaniyek da.

Daxiyani li ber qada Jina Azad a bajarê Kobanê bi beşdarbuyîna hemû rêxistinên Jin ve Hat dayîn.

Daxuyaniya ji aliyê Kordinasyona Kongra Star a herêma Firatê Peyman Eloş ve hat xwendin wiha ye:

“Pîştî 54 salin rêjîma desthilatdar gelê surî perçiqan dibû, sîstemek yek al yek ziman yek netew dipejirand û mafê tevahî pêkhateyan hatibu çewsandin îro roj hate ruxwandin.

Daxiyaniyê 19 Tirmehê Şoreşa Rojava a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr xist û got: “bi Di 19 ê tirmehê de bingehek demoqratîk û azad ji bo tevahî gelê bakur û rojhilatê sûrî, tevahî gelê heremê xwe li derdora vê soreşê pêçand û ji bo jîyanek wekhev mafê tevahî pêkhateyan hat parastin û bû modelek nû ji bo gelê azadîxwaz û bi taybet Şoreşa jin ku bi hezaran salan di nav pergala heyî de hati bû kolekirin.

Daxiyaniyê got we sedsala 21’ mîn bibe sedsala Şoreşa Jinê û wiha pê de çû: “Lê  di vê şoreşê de pêşengtiya jîyaneke azad ,wekhev,rûmet avakir  di her qadên jîyanê de (sîyasî,leşkerî ,dîplomasî cîvakî de) û xeta jîna azad bû biryara tevahî jînan û bi vê yekê wê ev sedsal bibê sedsala şoreşa jina azad e.

Her wiha daxiyaniyê balkişande ser êrîşên Dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê sûriyê û wiha got: “Bi ketina sistema Baas û aloziyên ku îro li tevahî erdîngarîya sûrî tê jîyankirin carek din desthilatdariya deweleta tirk û çeteyên wê  erîşên xwe li ser herêma me nû dike û dixwazin axa bi ewle dagir biken.

Daxiyaniyê da zanîn Dewleta Tirk bi êrîşên xwe ve dixwaze tola şikestina DAIŞÊ hîlîne û wiha lê zêde kir: “Nakokîyan di navbera pêkhateyên de çêbikin ku sînaryoyên ku li Efrîn ,serî kanî û girê sipî li vir jî dubare bikin û bi taybet êrîşe kobanî dike dixwazê tola şikestina daîş hilîne. lê kobanî rihê netewî lê hate avakirin û îro bûye rûmeta gelê kurd wê careke din bi rihê Arîn û Gelhatan li ber xwe bidê û careke din dagirkeriya dewleta tirk û hevalbendên wê têk bibê.

Em jî wek beşek ji sûriye ji bo ku sûrîyek nû bê avakirin  Destûrek nû bê çêkirin tê de mafên tevahî pêkhateyan werê parastin ku bi çand ,ziman û nasnameya xwe jiyan bikin.

Daxiyanêyê bang li sazî rêxistinên Jinan kir û wiha bi dawî kir: “Em wek sazî û rêxistinên jin bangwaziya me ku jin di nav vê pergalê de cihê xwe bigirê û pirojeya bakur û rojhilata surî bibê mafê tevahî jinên surî  .

 Daxiyanî bi diruşmeyên ‘Berxwadan jiyane’ , ‘Jın jîyan Azadî’ û ‘Bijî Berxwedana Kobanê’ bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button