
Li bendava Tişrîn û Pira Qereqozaq ji 8’ê Kanûnê (2024) ve li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedanek dîrokî ku ketiye rojeva cîhanê tê meşandin. Li hemberî hemû êrişên bi balafir, tang, top û teknîka zêde ya dewleta Tirk, şervanên YPG û YPJ’ê berxwedanek mezin dimeşînin û heta niha nehiştine ku çete û dewleta Tirk herêmê dagir bikin ku bersivên giran li çeteyan didin û zirarên mezin gihandin wana.
Meş li ser asta Kantona Qamişlo bi pêşengtiya Kongra Star, bi vekirina fîleksên “Werin em Welatê xwe Bi Parêzin” , “Bi Jin jiyan Azadî ve ber bi Şoreşa Jinê ve” , “Parastin Azadiyê Mîsoger dike” û “YPJ vîna Jina Azade” li ber çerxerêya Sunî a bajarê Qamişlo bi beşdarbuyina hemû rêxistinên Jin Şêniyên bajarê Amûdê despêkir. Di meşê de alên Kongra Star û YPJ hatin hildan. Beşdarvan bi diruşmeyên ‘Bijî Berxwedana YPJ’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ Gihîştin qada Şehîd Egid Meş li vir veguhezî mitîngê.
Piştre deqeyekê rêz girtin li ser ruhê cangoriyên azadiyê rawestiyan, Berdevka Kongra Star Rihan Loqo axivî.
Rihan Loqo berxwedaniya YPJ slav kir û got: “ ji qada rûmet û berxwedanê em silav û heskirinên xwe ji YPJ (Yekineyên Parastina Jin) ku niha li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, berxwedaniyek dîrokî didin meşandin re dişînin û em dibêjin bijî berxwedana YPJ. Jinên hêja bi çiruska şoreşa Rojava heya roja îro dewleta Tirk a dagirker bê navber êrîşê li ser , destkeftiyên şoreşa Jin, li ser nixwên şehîdên me û li ser herêma Bakur û Rojhilatê Surî dikin. Roja yêkemîn a Şoreşê heya îro dewleta Tirk nesikiniyê ku naxwaze projeya gelan, Jinan û Azadîxwazan li ser vê erdnîgariyê pêş bikeve ku tirsa wane ev proje bibe nimuneya tevahî gel, Jin û cîhanê. Lewma bi rêya şerê taybet û balafirên xwe ê bê mirof ve pêşengên şoreşa me hedef digre.
Rihan got wê li hemberê êrişên daqirkeriyê serî netewînîn û wiha lê zêde kir: “Di aliyekî din ve jî bi riya çeteyên xwe ve ku bi destê xwe perwerde û bi rêxistin kiriye, planên qirkirinê li ser Gel, Jin, Zarok û Sivîlan dixwaze bide meşandin. Em ji dewleta Tirk a dagirker re dibêjin Willah û Billah em çung û serî yê xwe li ber we natewînin. Emê bi hêza arastina Jin bi rihê azad a Jinan bi pêşengtiya jinên Ereb, Suryan, Çerkez û Kurd me tama azadîyê girtiyê ku em pêşengtiya Rojhilata Navîn û Cîhanê re dikin.”
Rihan balkişande ser 2014 Şikestina Dewleta li Kobanê û wiha got: “Li Kobanê me çeteyên dewleta Tirk têk bir û di Rojava de Erdoxan bin xist ku ev buye hesret di dilê wan de ku çawa dewleteke NATO yê bi hêza YPG û YPJ’ê ve li Kobanê de hatiye şikandin. Ji bo vê jî tevahî amurên xwe en şer li ser taybet Jin û Zarokan dide meşandin ku dixwaze dengê me îrade û nasnameya me tune bikin. Lê ew jî dizanin heya dayikek Efînî, Zarokek Kobanî, Rewşenbîrek Ji Reqqa û cîwanekî li Qamişlo de hebe wê kesek pêl axa Rojava neke ji bilî demokrasîxwaz û azadîxwazan kesek cesaret neke ser vê axê jîyan bike.”
Rihan da zanîn ku armanca dewleta Tirk di herêma Bakur û Rojhilatê Surî de zindî kirina DAIŞ’ê ye û wiha pêde çû: “Projeya dewleta Tirk bi êrîş, velvele û tevlihevîyê ku dixwaze carekedin DAIŞ’ê li vê heremê de zindî bikin ku bi hovane têkeve nav Jinan, Zarokan qir bike. Ji bo vê yekê em dibêjin em hemû YPJ ne ku dem dema rumetê ye dema şeref û namusê ye, ev ceng cenga şeref û namusê ye. Tehdîdên li ser Kobanê ne tenê li ser Kobanê li ser tevahî bakur û rojhilatê Surî ne. ji bo vê em dibêjin Kobanê xeta me a sor’ê, Rojava ware Jina ye cihê ku mînaka şoreşa Jina ye. Ji tevahî Jinên berxwedêr, 7 salî heya 70 salî amadene ku wê şoreşê biparêzin. Dawîya Erdoxan û çeteyên wê li ser destê Jinan li Rojava yê Kurdistanê were. Wê Jinên Berxwedêr Erdoxan têk bibin. Em ne aşiqê şer û çekin, em aşiqê azadîyê ne.”
Rihan dîyarkir ku wê heyfa Hemû Jin û gelan hilînîn û wiha dirêjahî da axaftina xwe: “Rêber APO got ev sedsal sedsala serhildan û şoreşa Jina ye. Ji bo wê em bi werekî bi cesaret dibêjin hey cihan, Kurdistan û gelê azadîxwaz emê heyfa we wî diktatorê Rojhilata Navîn hilînin ku emê nehelin ev li vî welatî nefesê bigre. Em jinên azadîxwaz berxwedêrin ku nevîyê Leyla ya nin ev soza me ye ji bo Kurdistanê ku emê weke Jin van çeteyan û pergala diktator a Erdoxan têk bibin. Sekna me a li vir sekna rumetê ye bi vê seknê ve em bersivên xort didin dagirkeriyê. Di nava cenga hebûn û tunebûnê de em dibêjin YPJ hêz, vîn, rûmet û parazvanê Şoreşa me ye.”
Rihan li ser navê hemû beşdarvanan slav û heskirinên xwe Ji Rêberê gelan Abdullah Ocalan şand û got: “Jinan ji dîrokê heya roja me a îro berxwedaniyeke dîrokî dane meşandin ku em niha keliyên herî dîrokî de nin û em ber bi azadîyê ve diçin ku azadî êdî nezîk dibe ku bi hêz, cesaret û berxwedanî ya xwe ve emê azadîyê mîsoger bikin. Azadiya me wê bibe Azadiya Rêberê me. Ji vê qada pîroz ware Şoreşa Jinan de em silav û heskirinên bê dawî e Jinan ji Rêberê Mirovahiyê ku 26 salin bê navber tekoşîn û berxwedaniyê ke dîrokî dide meşandin re dişînin.
Em berxwedaniya tevahî Jin û Gelan e ku ji bo şoreşa Jin a Rojava niha li qadanin li Bakur, Başur, Rojhilatê Kurdistanê û dostên me e Ewrupa em silav dikin. Em hevî û cesareta xwe tekoşîna wan e bê navber digrin. Yên ku axa me rigar kirin û hebuna, rumeta me parastin YPJ ye ku bi qehremanî, bi fedaîtî li hemberî dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê şerekî mezin kir û cîhan ji vê hişmendiya ol perest, nîjadperest a qirêj qilas kir.
Rihan balkişande ser hedef girtina rojnamevanan û wiha bi dawî kir: “Herî dawî hevalên me e rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku hedef girtin, ji ber ku dixwestin şerê taybet di nav civaka me de pêş bixin, lê heval Cîhan Jineke wêrek bi cesaret û berxweder bû ku ji bo heqîqetê, rastîya şer û berxwedaniya YPJ ji me re ragihîne çeperên pêş de bûn. Ev ne cara yêkeme ku dewleta Tirk dengê Heqîqetê hedef digre. Bi rihê Heval Cîhan, Avaşîn, Zeynep û Amara em soz didin ku emê şopdarê riya wan bin û xeyalên wan pêk bînin.”
Hevseroka Meclîsa Cibcîkar a Kantona Cizîrê Fîviyan Boho Oso, diyar kir ku ew weke jinên hemû pêkhateyan ji bo azadî û maf li hev kom bûne û got, “Em ji tevahî dayik, xwişk û hevjînên şehîdan re dibêjin; em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin û em ê tola wan rakin. Doza me hemûyan yeke, ew jî azadiye. Em ê vê yekê pêk bînin. Hêzên me hemû di çeperên şer de ne û canê xwe feda dikin da ku xaka xwe nekin destê dijmin. Em peyama xwe ji tevahî cîhanê re dişînin, bi taybet piştî Sûriyeya nû, daxwaza mafê jin dikin. Divê cihê jin di her qadê civakê de wek zagonek bingehîn be.”
Meş bi berzkirina diruşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî bi dawî bû.




