ArşîvDaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star a Kobanê: Ji bo xwedîderketina li Kobanê em tev li seferberiyê dibin

Kongra Star a bajarê Kobanê ragihand ku ji bo xwedîderketina li Kobanê ew tev li seferberiya QSDˋê dibin û bang li hemû jinan kir ku tev li seferberiyê bibin û Kobanê biparêzin.

 Kongra Star a Bajarê Kobanê, li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên  li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî jî li ser bajarê Kobanê,   daxuyaniyek da. Kongra Star bang li hemû jinan kir ku xwedî li Kobanê û şoreşa jinê derkevin. Kongra Star her wiha tevlêbûna xwe ya ji bo bangawaziya seferberiya QSD’ê jî ragihand. 

Daxuyaniya Kongra Star li navenda saziyê, ji aliyê endama Kongra Star a Kantona Firatê Xûnav Xelîl ve hat xwendin. Xûnav diyar kir ku jinên ciwan ên bajarê Kobanê ji bo ku piştgiriya şervanên xwe yên YPG, QSD’ê bikin, weke Tabûra Şehîd Sûrxwîn li vir amade ne û wiha got: “Ji bo ku em bajar û gelê xwe ji dewleta Tirk û çeteyên wê biparêzin em jî tev li seferberiyê dibin. Em dibînin ku ev demeke dewleta Tirk gef û êrişên xwe li ser bajarê Kobanê zêde dike. Faşîzma Tirk bi gef û êrişên xwe dixwaze gel di qirkirinê re derbas bibe, hewl dide projeyên neteweya demokiratîk têk bibe. Em jî îro dibêjin ku em hemû li vir QSDˋê ne, dema ku dibêjin em QSD’ê hedef digirin ma QSD ne zarokên vî welatî ne? Ji bo vê jî em li kêleka hêza xwe ne, em ê di eniyên şer de jî cihê xwe bigirin û em nahêlin ku tu kes derbasî axa me bibe. Lewma em jî beşdarî sefeberiya ku hat îlankirin dibin.”

Xûnav destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze Osmanîyeke nû li ser axa Kurdan bide avakirin û wiha got: “Lê em dibêjin ev jî di xeyalên wan de ye. Çawa ku jinên di berxwedana Kobanê  de DAIŞ’ê têk birin û li ber xwe dan, ew ê li hember dewleta Tirk jî li ber xwe bidin. Em ê berxwedana xwe ya li Kobanê, nû bikin. Ji bo vê jî armanca dewleta Tirk ji van êrişan, tola DAIŞ’ê hilde. Ji ber ku li Kobanê bi berxwedana jinê bi bin ket û têk çû, gefên xwe li ser herêma me pêk tîne. Lê em li vir dibêjin tu car nikare bikeve axa me. Em ê axa xwe ji dijmin biparêzin û em ê bi berxwedana gelê xwe Sûriyeyeke nû ava bikin.”

Daxuyani bi sloganên “Bijî Berxwedana Kobanê”  û  “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

 

 

Related Articles

Back to top button