DaxuyanîNûçeSlide

Jinên Bajarê Dirbêsiyê Tevlîbûna Xwe Ji Bo Bangewaziya QSD û Rêveberiya Xweser Diyar Kir

Îro komek jinên bajarê Dirbêsiyê li navenda bajarê Dirbêsiyê , bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya ji bo seferberiya giştî ya ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye bangawazî kirin , diyar kirin .

Daxuyaniya ku bi amadebûna bi dehan jinan hate dayîn, piştgiriya xwe ya tevahî ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk tekez kir û tekezî li ser îradeya xwe ya ji bo fedekarî û parastina ax û rûmetê bi her awayî hate kirin.

Di daxuyaniyê de gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tundî hatin şermezarkirin û her cure dagirkerî û binpêkirinên ku ewlehî û aramiya herêmê dike hedef hatin redkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Em îro bi yekdengiya hêzên xwe û doza xwe ya mafdar radiwestin . ji bo parastina xaka xwe û gelê xwe ji her êrîş û gefên derve , em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin , Heta ku azadî û rûmeta gelên herêmê pêk were .”

Related Articles

Back to top button