Pêşeroja jinan û Mafên Wan li Sûriyê mijarên nîqaşa Foruma îro bû
Foruma rawêjkariyê bi bîr û pêşniyarên girîng derketin ku rol û mafên jinan di destûra paşerojê ya Sûriyê de garantî dikin, bi pêwîstiya vekirina jinan li Şamê û navçeyên mayî yên Sûriyê, ji bo îsbatkirina nûneratiya xwe ya siyasî û îdarî û gihîştina bi nêrînek yekgirtî dema ku bi her aliyek re danûstandinan dike.

Foruma şêwrê bi beşdariya rêxistin û komeleyên jinan ji Rêveberiya Jin, Kongra Star, kesayetên serbixwe, çalakvanên sivîl, Encûmena Sûriyeya Demokratîk, pêkhateyên siyasî û saziyên mafên jinan li kompleksa Burc a bajarê Qamişlo hate lidarxistin. li asta Herêma Cezîre.
Forum Piştî deqeyekî rêz girtinê li ser cangorîyên azadiyê, ji aliyê endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Wead El- Wecerî ve hat birêvebirin.
Di Forumê de rewşa jinan berî û piştî rûxandina hikûmeta Sûriyê, ango rewşa niha ya jinan di bin hikûmeta demkî de û çawaniya pêşdebirinê û çareserî ji bo jin rola xwe di Sûriyeya nû de hebe hat dest girtin. Her wiha li ser danasîna pirojeya netewa demokratîk li ser asta Sûriyê û li ser kêşe û zehmetiyên mezin li Sûriyê hatin dest girtin û bal hate kişandin ser birêxistinkirin û hilgirtina jinan ji bo agahdarkirina wan ji maf û erkên xwe û bihêzkirina wan di Sûriya Nû de. Nîqaşên berfireh ji bo hemû alî û pêwîstiyên ku divê li ser bên xebitandin ku pêkanîna yekîtiya Jinan li Sûriyê hatin pêş xistin.
Beşdarvana bi navê Derya Remedan jî balkişande ser xwedî derketina destkeftiyên Jinan di Şoreşa Rojava de û got: “Ev 13 salin me di rewşa ku herî zor û zehmet de li hemberî Êrîş û Qetilkirinan jî bi berxwedaniye ke bê hempa ê Pêşengên Şoreşa Jinê ve me destkeftiyên gelek mezin bi dest xistin. Bi vê berxwedaniyê vê bi keda şehîdên we ev destkeftî hatin pêş xistin û rexistiniya Jinan pêk hat. Niha tişta ku me tê xwestin em rêxistinbuyîna xwe xurtir bikin, tasawireke giştî a pêş de gavên girîng bi avêjin ku em haleke nû Ji bo tevahî Jinên Suriyê deynin. wek Jinên Bakur û Rojhilatê surî gelekî girînge ku em bi hevpeymanekî mafê Jin di Suriya Nû de biparêzin.”
Kordînasyona Kongra Star Jiyan Huseyîn dîyarkir ku armanca wan ji bo avakirina Sûriyeke Nenavendî, Pir rengî ye û wiha got: “Sureta rast a ku herêma Bakur û Rojhilatê Surî hatiye avakirin ku me destkeftiyên jin li vir bi dest xistine pêwîste em bigihînîn tevahî herêmên Suriyê. Di milê ragihandinên ku li hemberî me kar dikin de tê gotin ku li vir projeyeke xwe cuda tê hesibandin heye, lê me qala tiştek bi vî rengî nekiriye ku Ev 13 salin em di hindirê şoreşa Jinê de nin ku em dibêjin em parçeyeke Suriyê ne ku ji bo avakirineke suriyeke Demokratîk, Nenavendî û pirengî ku her kes cihê xwe tê de bigre.”
Jiyan Huseyîn îşaret bi vala derxistina agahiyên ne rast ku derbarê Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûrî de tên belav kirin kir û wiha pê de çû: “Ger navenda meclîsa Jinên Surî îro Şamê de derdikevin ev serkeftinek û gaveke pîroze. Erka me a yêkem ewe ku di nava hemû Jinên Surî yekgirtiyê avabikin û bi erka xwe ve rabin. hemû destkeftiyên herêma Bakur û Rojhilatê Surî ji bo hemû Jinane ku pêwîste ev suret bi gihîje destê hemû jinên ku me nas nakin. Ji bo agahiyên dijî me ku bi riya ragihandina li hemberî me kar dike û agahiyên ne rast derheqê me de bilav dikin, vala derxînin. Di vê dema dîrokî de a ji me tê xwestin yekîtî û hevgirtina Jinane.”
Her wiha Jiyan Huseyîn da zanîn ku wê nenasîna Rola Jin di pêvajoya nû a Sûrî de qebul nekin û wiha lê zêde kir: “Em her tim bang dikin ji bo hevgirtina Jinên Suriyê ji ber ku Ev dem demeke dîrokî ye ku em bi karîbin merxeleya nû ji bo mîsogerkirina maf û azadiya Jin di hindirê avakirina Sûriya nû de pêş bixin. Em bi ti awayî ne naskirina rola Jin di pêvajoya nû a Sûrî de qebul nakin. Gelek destkeftiyên me zagon, rêxistin û saziyên me ê Jinan hene dive ev jî ji hemû Jinên Sûriyê re werin parvekirin ku cihê xwe tê de bigrin. Ji ber ku çawên Jinên Sûrî li herêma Bakur û rojhilatê Sûriyê ye.
Jiyan wiha dawî bi gotinên xwe anî: “Di hindirê 13 salan de li hemberî qirkirin û êrîşên li ser şoreşa Jinan hatin kirin de gelek destkeftî hatin avakirin. Em dixwazin Sûriyeke jin tê de rola xwe di ware sîyasî, Aborî çandî û hwd. bilîze Avabikin. Ku pêwîste hemû kes xwe berpirsyare Sûriyê bibîne ne tenê Jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî pêwîste bi hevgirtina Jinên hemû Sûriyê re em Sûriyeke nû ava bikin.”
Forum bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.




