ÇalakîNûçeSlide

Li Qamişloyê ji bo bîranîna şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî meşa girseyî Hat Li Dar Xistin

Bi sedan şêniyên 8 bajarên kantona Cizîrê bi meşeke girseyî li Qamişloyê şehîdên Komkujiya Parîsê ya yekemîn bi bîranîn. Meşvanan soza berdewamkirina rêya şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî da.

Bi boneya 12`emîn salvegera Komkujiya Parîsê ya Yekemîn a ku ji aliyê sîxurên dewleta Tirk a dagirker ve li dijî pêşenga Tevgera Rizgariya Kurdistanê Sakîne Cansiz (Sara), her du têkoşer Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) pêk hatibû, şêniyên bajarên Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Til Hemîs, Çilaxa, Tirbespiyê, Amûdê û Til Koçer li Qamişloyê meşeke girseyî li dar xist.

Meşê ji Çerxerêya Osman Sebrî bi rakirina wêneyên şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî, her wiha wêneyên şehîdên Komkujiya Parîsê ya Duyemîn (23 Kanûn 2022) endama Konseya Rêveber a KCK`ê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û Abdurehman Kizil, wêneyê endama Meclisa Rêveber a Kombûna Jinên Zenûbiya Kerem El Hemed ku duh (8`ê Çileyê) di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser rêya Bendava Tişrînê de şehîd bûbû, hatibûn rakirin.

Meş li Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo veguherî mîtîngê, di mîtîngê de hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser navê Kongra Star Şaha Xelîl axivî û berxwedana gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kir. Şaha Xelîl diyar kir ku şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî di meşa xwe ya di xeta azadiya gel de bi israr bûn, dewletên desthilatdar û neteweperest ji bo rê li ber pêşengên jin li Rojhilata Navîn bigirin û îradeya xeta azadiya jinan têk bibin, ev komkujî li dijî şoreşger û têkoşerên jin pêk anî.

Şaha Xelîl bal kişand ser êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî konvoya gel a k uber bi Bendava Tişrînê ve diçû, ku di encamê de Endama Meclisa Rêveber a Kombûna Jinên Zenûbiya Kerem El Hemed şehîd bû û got: “Hevala me Kerem ji bo parastina hebûna gelan li herêmê bi rê ket û tevlî karwanê bibû. Dewleta Tirk nikare îradeya gel têk bibe, bi hevgirtina jinan em ê ji Sûriyeya nû re pêşeng bin. Em ê bi felsefeya Sakîne û hevalên wê vê pêşengtiya xwe pêk bînin.”

Rêvebera Kongra Star a Dêrikê Şadiya El Yûsif jî axivî û şehîdên jin ên di oxir destxistina azadiyê de şehîd bûn, bi bîr anîn. Şadiya destnîşan kir ku dewleta Tirk a faşist bi hedefgirtina jinan dixwaze îradeya wan bişkîne, lê ew tevî hemû êrişan karîbûn birêxistinkirina xwe bidomînin.

Meş bi sloganên “Berxwedan jiyan e” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button