Kongra Star Li Qada Berxwedanê Pêşengên Şoreşa Jinên Azad Şehîd Sara, Fîdan û Leyla Bîranî
Kongra Star nobeta li Bendava Tişrînê de bi daxiyaniyekê şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî), bi bîranî û soza berdewamkirina rêya wan da.

Hejayê bi bîrxistinêye ku Ji damezirînerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Sakîne Cansiz (Sara), nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî), di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê ji aliyê ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Hêj jî kesên komkujî pêk anîn nehatine darizandin ev yêk pêşiya Komkujiya 2’mîn a dîsa Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil ên 23’yê Kanûna 2022’an de li Parîsê hatin qetilkirin. bêdengiya Fransa ye dihêle ku kujerên van komkujiyan ji bo van kiryarên qirêj Fransa hilbijêrin û vî welatî ji xwe re weke cihê herî bi “ewle” bibînin.
Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Eloş ve hat xwendin wiha ye:
“wek tê zanin 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê 3 jinên azad 3 jinên tekoser her sê jinen ku pêsengtiya jiyanek azad û bi rumet di xeta jina azad de di meşandin, ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. mixabin di wê roja bi êş de rûreşiya Fransa yê a hevalbendiya wan bi dewleta Tirk re askere bu û komkujiyek derhegê her sê jinên tekoser Sakine- Fidan û Leyla de pêk anin. heval Sakine ku tevahi jiyana xwe şer bu û xeta tekosine a Berxwedane kire malê tevahî jinan û li ser tovê mirovahiyê çand ku berhemê xwe li tevahi kurdîstan û Rojhilata Navin belav bu. ser vê buyerê ra 12 sal ji derbas bu û hin kujer nehatine darzandin .”
Daxiyaniyê komkujiya Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê ku 3 jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Pakize Nayir û Fatma Ûyar ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin bibîranî û wiha got: “heman zihnîyeta mêrserwer ku şerê hebuna jinan dike careke din bi heman rêbaze hovane komkujiyek li Bakurê Kurdistanê jî li navçeya Slopi a bajarê Şirnexê pekanin û sê jinên berxwedêr Fatme Uyar, Sêvê Demîr û Pakize Nayir qetil kirin.
fasizma ku hebun û çanda kurdan gebul nake komkujiyan pêk tîne lê hîn jî nehatine darizandin ku ev yêk pêşiya Komkujiya 2’mîn a Parîsê vekir Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil 23’yê Kanûna 2022’an de li Parîsê li navenda çand û hunera Aram Tigran hatin qetilkirin.
gelê Kurd û gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî bi komkujiyan ra rû bi rû mane ji destpêka Soreşa 19 ê Tîrmeh’ê heta roja me ya îro ku duh karwanê sivilan ji tevahi Bakur û Rojhilate Surî ji tevahî pekhateyên wê ve ji zarok heya temen mezinan ji jinan û ciwanan ji bo parastina bendava Tisrinê bi slogana Emê axa xwe biparêzin û em ji mirinê natirsin careke din bûn hedefa Dewleta Tirk a dagirker ku karwana sivilan bombe baran kir û gelek Sîvîl Şehîd û Birîndar bûn.”
daxiyaniyê bang li saziyên navneteweyî a mafê mirovan kir û wiha got: “Em wek tevgera jinan û xelkê kantona firatê a bajarê Kobanê van komkujiyên dagirkeriya dewleta Turk ku qatilê jinan û zarokane bi tundî şermezar dikin. Bangawaziya me ji bo tevahi mafên mirovan ku li hemberi komkujiyên dewleta Tirk ku bi salane li ser Gelê Kurd pêk tîne bê deng neminin.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Berxwedaniya Ku iro li bendava Tirvinê û pira Qereqozaq bi lehengi li hemberi Dewleta Tirk û Çeteyên wê tê meşandin. Emê li kêlek hêzên xwe yê parastina rûmetê bin heta Ku em axa xwe rizgar bikin, faşîzme têk bibin û tola şehîdên xwe hilînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ , ‘Jin Jiyan Azadî’ , ‘ Bijî Berxwedana YPJ, YPG û QSD’ bi dawî bû.





