Kongra Star: Armanc û Xeyalê Şehnaz Em ê di Tekoşîna Xwe de Bidin Jiyîn
Meclisa Kongra Star têkildari Şahadeta Kordînasyona Kongra Star Şehnaz Omer û Ajokarê Ahmed Hesen daxiyaniyek da û got Şehnaz Omer jineke xwedî vîn bu ku di tekoşîna azadiya jinan de li hemû eniyan de cihê xwe girt.

Duh (10.01.2025) dewleta Tirk a dagirker herêmên Koçerat, Çiyayê Qeraçox, Teqil Beqil û gundê Şirikê kirin hedef û li gundê Xana Seriyê jî otomobîleke sivîl a hyundai vera cruz kir hedef. Di encama armanckirina otombîlê Kordinasyona Kongra Star Şehnaz Omer û Ajokar Ehmed Hesen şehîd bûn.
Di metna daxiyaniyê de wiha hat gotin:
“10’ê çileya 2025 li gundê Xana Serî ya girêdayî Derîkê encama êrîşa hewayî de rêhavala me Şehnaz Emer gihişt şehadet ê. Bi salane dewleta Tirk ya faşist bi qetilkirina jinên pêşeng dixwazê tola binkeftina tarîtiya DAİŞ rakin. Dewleta faşist di her eniyê de dijî jinên tekoşer û yên şoreşger êrîşên xwe bê navber berdewam dike. Êrîşa herî dawî de hevala me Şehnaz Omer û ajokarê bi wê re Ahmed hesen jî jiyana xwe ji dest da.”
Heval Şehnaz weke jineke xwedî vîn di tekoşîna azadiya jinan de li hemû eniyan de cihê xwe girt. Ji Şam’ê heta Helebê li seranserê bakûr û Rojhilatê Suriyê tevlî tevahî kar û xebatên azadiya jinê bû. Bi kesayeta xwe ya sade û sekna xwe ya dilnizim di dile hemû jinan de karî cihê xwe çêbike.”
Daxiyaniyê da zanîn ku Şehnaz Omer li hemberî hemû zor û zehmetiyan tekoşiyaye û wiha got: “Weke jineke fedakar di ber hemû zehmetiyên şoreşa Rojava de karî bi ked û hewildanên xwe jinan zane bike û rêxistin bike. Weke jinek Kurd tiyê azadiyê serî ti carî li hember zor û zordariya rejîma BAAS netewand û her tim seknek berxwedêr raber kir. Armanc û xeyalê şehnaz em ê di tekoşîna xwe de bidin jiyîn.”
Her wiha daxiyaniyê de Şehîdên Jinên pêşeng ku di meha Çileyê de Şehîd ketini bî bîr anî û got: “Bi vê wesîleyê em şehîdên jinên pêşeng yên meha çile yê parîsê heval Sara, Rojbîn, Ronahî û hevalên berxwedana xweseriyê de li silopiya yê Pakîze, Fatma, Sêvê her wiha heval Evîn goyî û hevalên pêre şehîd ketine û herî dawî jina pêşeng a kombûns jinên zenobiya heval Kerem li bendava Tişrînê dema çûyîna kerwana gel de hat hedef girtin û şehîd ket bîrtînin.”
Daxiyaniyê teqez kir ku li hemberî her cure êrîşan ev dê tekoşîna xwe bilind bikin û wiha bi dawî kir: “Dijmin çiqas dîn û har bibe êrîş bike jî em ê tekoşîna xwe ya azadiyê berdewam bikin. Felsefeya Jin Jiyan Azadî ku bûye sembola têkoşîna hemû jinên cihanê . Em jî dibêjin Jin Jiyan Azadî. Wê mirin me tineyî neke yên dixwazin me tineyî bikin wê tine bibin.”




