NûçeSlide

Rêvebera Kongra Star Sozdar Cîhad hat oxirkirin

Rêvebera Kongar Star şehîd Sozdar Cîhad bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik hat oxirkirin.

Rêvebera Kongra Star Sozdar Cîhad (Şehnaz Omer) 10ˈê Çileya îsal li ser rêya Xana Serê ya bajarê Dêrikê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin.

Bi sedan şêniyan cenazeyê şehîd Sozdar ji Nexweşxaneya Wetenî ya li bajarê Dêrik wergirt û ber bi Pakrewangeha Şehîd Xebat ve bi rê ket.

Li pakrewangehê merasîmeke hat lidarxistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Xedîce Îbo axivî û got: “Em ê xeta hevala xwe Sozdar û meşa wê ya azadî û serketin ji doza xwe re bidomînin. Şehîd Sozdar heya kêliya dawî ji bo rizgarkirina jinan ji hegemoniya pergala baviksalar têkoşîn kir û nirxên jiyana hevbeş di nav gelên herêmê de belav kir.”

Rêvebera Meclisa Kongra Star a Dêrikê Wefa Elî jî îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan kir û diyar kir ku bi van êrişan hewl dide şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi şoreşa jinan tê naskirin têk bibe û destkeftiyên jinan ji holê rake.

Serokê Weqfeya Al El Beyt a kantona Cizîrê Sînan Seydûş li ser ked û mezinahiya şehîdan axivî û wiha domand: “Bi hevgirtina gelan û sekna li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê em ê planên li ser herêmên me têk bibin.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Sozdar Cîhad hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşman hat definkirin.

Related Articles

Back to top button