Arşîv

Li Rojavayê Kurdistanê Fermana Şengalê hat şermezarkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Gelê Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe 5’emîn Fermana Şengalê ku li civaka êzidî hat rakirin bi meşekê şermezar kirin.

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Gelê Şengalê kirin û bi hezaran mirov hatin qetîlkirin û jinên êzîdî hatin revandin, li bazaran wekî kole hatin firotin. Fermana bi serê civaka êzidî de hat di 5’emîn salvegera xwe de li bajarê Qamişlo, Hesekê û Kobanê bi meşekê girseyî hat şermezarkirin û kesên di vê fermanê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

Li Qamişloyê meşa girseyî

Bi dirûşemya “Parastina rûmeta jinên Şengalê, Parstina hebûna jinan ne”, bi sedan şîniyên Kantona Qamişloyê daketin qadan û bi minaseta 5’emîn salvegera fermanê meşa şermzarkirinê li dar xistin.

Di meşê de wêneyên komkujiya li Şengalê hat kirin û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên YPJ/YPG’ê û Kongreya Star hatin hilgirtin. Meşvanan bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana Şengalê” û “Bimire îxanet”, “Ji dagirkeriyê re na” berz kirin.

Meş ji çerxerêya Sewamai dest pê kir û li ber Goristana Şehîd Delîl Saroxan hat rawestandin. Paşê li ser navê Kongreya Star Zelal Ceger û li ser navê Meclîsa Kantona Qamişlo Berwîn Yûsif axivîn.

Di axaftinan de tekoşerên azadiyê hatin bîranîn û wiha hat gotin: “Kurd xwedî maf û azadiyê be. Loma her êrîş li ser wan tên kirin. Kurd ji bo sîstema netewa demokratîk têkoşînê didin, dijmin jî dixwaze xûyînê birjîne. Em di salvegera komkujiyê de soza xwe ji gelê xwe re nû dikin ku em carek din nahêlin ev feraman bi serê kurdan bên. Êm ê gelê xwe biparêzin.”
Meş bi dirûşmeyên “Bimre xiyanet” “Ji dagirkeriyê re na”, bi dawî bû.

Li Hesekê çalakiya şermezarkirinê

Gelên Bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe; kurd, ereb û suriyan ji bo salvegera 5’emîn a fermana 73’an a Şengalê meşek li darxistin. Bi armanca Şermezarkirina fermana 73’an a Şengalê bi hezaran gelê Bajarê Hesekê daketin qadan û gotin: “Armanca Tirkiyê ew e ku hebûna kurdên êzîdî û çanda kurdî ya resen tune bike.”

Meşê ji çarxereya Sînalko a Taxa Til Hecer dest pê kir û ber bi çarxereya Şehîd Avêsta Xabûr ve dewam kir .Di meşê de pankartên bi nivîsa “Ji qirkirin û dagirkeriyê re na, parastina jina şengalî parastina hebûna jinê ye” û wêneyên komkojiya li Şengalê hatin hilgirtin. Meş li çarxereya Şehîd Avêsta Xabûr veguherî mitîngê. piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê Endama Koordinasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Murad axivî.

Zeyneb Murad wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em komkojiya Şengalê ku di encamê de bi hezaran şêniyên êzidî jiyana xwe ji dest dan şermezar dikin. Fermana 73’an ku li ser gelê me yê êzidî pêk hat bi armanca tunekirina çanda kurdî a resen e. Eger Hêzên YJA-STAR û HPG,YPJ/YPG ‘ê mudaxele nekiriba û rê li ber fermanê negirtiba dê niha kurdên êzidî tunebûya.”

Zeynebê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser aloziya ku li Tirkiyeyê tê jiyîn jî ku bi riya gefan dixwaze Herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê vala bike û got: “Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dikare xwe ji terorê biparêze û piştî tunekirina DAIŞ’ê ber bi ewlehiyê ve diçe. Lê dewleta tirk gefan li ser herêmê dixwe û dixwaze destek bide çeteyên DAIŞ’ê ku carek din xwe bi rêxistin bikin û temenê aloziyê dirêj bike. Li hêmber gef û kiryarên ku tên meşandin em ê li ber xwe bidin û parastina xaka xwe bikin.”

Meş bi dirûşma “Ji dagirkeriyêre na”, “Berxwedan jiyan e ” bi dawî bû.

Li Kobanê meşa şermezarkirinê

Gelên Kantona Kobanê bi wesîleya 5’emîn salvegera komkujiya Şengalê di bin dirûşma “Em pêncemîn salvegera êrîşa DAIŞ`ê li ser Şengalê şermezar dikin”, meşek li dar xistin.

Bi sedan ji şêniyên Kantona Kobanê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Kongreya Star û partiyên siyasî li Qada Jina Azad kom bûn û di 5’emîn salvegera komkujiya Şengalê de fermana bi serê kurdên êzidî de hat şermezar kirin. Meşê bi dirûşma “Bijî berxwedana Şengalê” û “Bimre Îxanet” destpê kir û ber bi Qada Aştiyê ve çû û piştre çalakvan rawestiyan.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk Ehmed Xoce axivî û got: “Çeteyên DAIŞ`ê xwestin bi riya jinên êzîdî çanda êzidiyan têk bibin, jinên êzîdî firotin, rêvandin û qetil kirin. Niha jî dewleta tirk dixweze vê pilanê li Efrîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî pêk bîne.”

Her wiha bi navê Rêxistina Kongreya Star jî Fewziya Ebdî axivî û wiha got: “Çeteyên DAIŞ`ê ji tirkiyeyê daerbasî Rojava hatin kirin, di wê demê de hemû raya giştî bê deng ma û tu helwest jî nîşan nedan. Niha jî dewleta Tirk li ser heremên me dixwaze vê fermanê dUbare bike.”

Meş bi dirûşmA “Ji dagirkeriyê re na” bi dawî bû.

Back to top button