ArşîvDaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star: Dewleta Tirk Tevahî Pîvanên Mirovahiyê Binpê Kirin

Meclîsa Kongra Star Di Der Barê Êrişên Dewleta Tirk a Dagirker Li Dijî Nobedarên li Bendava Tişrînê de daxuyaniyek da û got Dewleta Tirk,Li pêş çavê hemû cîhanê gelê me hedef digre.

Du roj e balafirên şer û bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker nobedarên li Bendava Tişrînê ya başûrê Minbicê ku ji bo rawestandina êrişên Tirkiyeyê û komên wê yên çete li bendavê ne, bê navber êrîş dike. Heta vê kêliyê 6 sivîl şehîd û di navê de 3 rojnamevan  jî birîndar bûne.

Daxuyanî bi beşdarbuyina hemû Rexistinên Jinan ve li ber navenda Çand û Henerê a Mihemed Şexo ji aliyê Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ve hat dayîn

Daxuyaniyê balkişande ser êrîşên dewleta Tirk û Wiha got: “ ji 27 mijdarê heya roja îro dewleta Tirk a dagirker bê navber bi tevahî balafirên xwe yên şer ê bê mirov bi tang û topên xwe ve êrîşê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Surî dike. Ev ne cara yêke ye dagirkeriya Tirk êrîş li ser heremê dike. Ji çiruska yêkemîn a Rojava Bakur û Rojhilatê Surî heya niha bê navber êrîşên xwe li ser herêmê dike.

Herema Bakur û Rojhilatê Surî bi keda hezaran şehîdane. ji bo projeyekî azad, demokrat û wekhev bi pêşengtiya Jin û Ciwanan hatiye avakirin. ev pergal bi aşti demokrasî û edaleta xwe ve dibe nimune ji bo tevahî cîhanê her ku asta tekoşîn, berxwedaniyê bilind dibe dewleta Tirk a dagirker êrîşên heremê, destkeftiyên şoreşa Jin û Gelan dike. Li hemberî vê hişmendiya netewperest, olperest, zayinperestiyê bi pêşengtiya jin û ciwanan ve berxwedanîyeke tê meşandin.

Di daxuyaniyê de Berxwedaniya Gel û Şerwanên Azadiyê hat silav kirin û wiha domkir: “Dewleta Tirk bê navber êrîşê bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê dike. Em berxwedana dîrokî a bê navber ya Hêzên parastina Jin YPJ, YPG û QSD’ê her wiha tevahî gelên me ê ku li hemberî balafirên dewleta Tirk tekoşîn dikin, em li ser navê Bakur û Rojhilatê Surî silav dikin. Em dibêjin QSD hebuna me ye YPJ nasnameya me ye YPG rumeta me ye. Dewleta Tirk nikare vê îradeyê bişkîne ji ber ku ev îrade îredeya netewa demokratîk, îradeya felsefeya Jin Jiyan Azadiye. Dewleta Tirk bi balafirên xwe ê bê mirov bi êrîşên xwe ê hovane ve nikarin vê îrade bişkînin.

Em dewleta Tirk re bibejin ew çiqas bi teknîka xwe a giran ve  xwe a êrîş bikin jî em bi azadiya ku me tam kiriye li bakur û rojhilatê Surî, wê ti carî derbasî bendava Tişrînê û Bakur û Rojhilatê Surî ne bin. Ew nikarin îradeya azad bişkînin û dengê heqîqetê xut bikin. Emê bi vê îradeyê li bendava Tişrînê bi werekiya Dayik, Bav, Ciwan û Jinan ve emê bi rihê welatparêziyê welatê xwe bi parêzin. Yêk Jin yêk Azadîxwaz, yêk Welatparêz bimîne jî ew nikarin derbasî axa me bibin. Em Tişrîn û Qereqozaqê bernadin.

Di berdewama daxuyaniyê de  êrîşên Dewleta Tirk li ser sivîlan hat şermizarkirin û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk a Dagirker van kêliyan de komkujiyên mezin li ser Jin, Ciwan, Rojnamevan li ser sivîlan pêk tîne. Ev van komkujiyan şermizar dikin û em dibêjin isma Exlaq, Mirovahî,. Şeref û namusê bi dewleta Tirk re tine ye. Dewleta Tirk tevahî pîvanên mirovahiyê derbas kirin.

Daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Emê axa xwe bi felsefeya Jin jiyan Azadî, Berxwedan Jiyane, Şerê Gelê Şoreşgerî ve herem, destkeftî rêveberiyên xwe biparêzin. Ji ber ku dewleta Tirk bin ket ku kêliyên xwe ê dawî Jiyan dike ji bo vê wan êrîşên hovane li ser gelê me dike. Dilê hemû azadîxwazan bila rehet be dewleta Tirk têk diçe  kêliyên me ê azadiyê nêz dibe, emê bi wekhevî û azadî bi hevre jiyan bikin.”

Daxuyanî ‘Bîjî Berxwedana Rojava’ , ‘Bijî Berxwedana YPJ, YPG û QSD’ bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button