
Koçberên Efrînê yên li kantona Cizîrê dimînin li pêşiya Stdayûma Şehîdên 12`ê Adarê ya li Qamişloyê kom bûn û heta avahiya Rêxistina NY`yê ya li bajêr meşiyan.
Koçberan wêneyên şehîdên êrişên dewleta Tirk û pankartên “Em vedigerin” û “Em vegereke bi ewle û rûmet dixwazin” hildan.
Li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê meş rawestiya û veguherî mitingê. Li wir nameya koçberan hate xwendin.
Name Wihaye:
Di nameyê de hate diyarkirin ku di 10`ê Kanûna 2023`yan de bi navê koçberên Efrînê komîteyek hat avakirin û ji wir û şûnda komîteyê li ser navê koçberan bang li rêxistinên navneteweyî kir ku vegereke ewle û bi rûmet ji koçberên Efrînê re dabîn bikin.
Di nameyê de behsa dagirkirina bajarê Efrînê, koçberkirina niştecihên wê û bicihkirina koçberên din ên ji herêmên Sûriyeyê ku demografiya herêmê were guhartin, hate kirin.
Her wiha hate destnîşankirin ku dagirkirina Efrînê ji aliyê komên çekdar, cîhadî û tundraw ve, rê li pêşiya çareseriyeke daîm li Sûriyeyê li gorî biryara 2254 girt. Di nameyê de hate gotin, rewşa koçberan bedbîn e, bi sed hezaran di nav şert û mercên dijwar de dijîn.
Piştî xwendina nameyê, hejmareke koçberan name radestê komîseriyê kir.
Hiqûqnas Cibraîl Mistefa da zanîn ku wê komîserî di zûtirîn dem de nameya wan bigihîne sekreterê giştî yê NY`yê û daxwaza wan a vegerê bi cih bîne.




