CivînNûçeSlide

Kongra Star a Lubnanê kongreya xwe ya 1ˋemîn li dar xist

Meclisa Kongra Star li Lubnanê ji bo xurtkirina rola jinan û lidarxistina çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, kongreya xwe 1`emîn li dar xist.

Meclisa Kongra Star a Lubnanê li ser asta Lubnanê, bi dirûşma “Yekitiya Jinên Azad misogeriya avakirina civaka demokratîk e” kongreya xwe ya 1`emîn, li dar xist.

Bi dehan nûnerên koordînasyon û komîteyên Kongra Star a Lubnanê, nûnerên komeleyên jinan, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û rêxistinên jinên ciwan tev li kongreyê bûn.

Nûnera Kongra Star a Lubnanê Leyla Efrîn di kongreyê de axivî, Kongra Star, armanc û gavên wê di pêşerojê de çi ne, şîrove kirin.

Her wiha di kongreyê de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê dozên jinan û azadiyê de û peyamên pîrozkirinê hatin xwendin.

Di kongreyê de rapora kar û xebatên Kongra Star a 2023 û 2024 hatin xwendin û dûre geşedanên siyasî yên li herêmê hatin nirxandin.

Beşdaran têkildarî rewşa rêxistinî ya kongrayê û çalakiyên wê li Lubnanê nêrînên xwe parve kirin.

Di dawiyê de beşdaran li ser pêşxistina rêbazên birêxistinkirin û hişyarkirina jinan, perwerdekirin û lidarxistina panel, komxebat û çalakiyên cuda, xurtkirina rola jinan û sazûmaniya rêxistinî ya kongrayê li hev kirin.

Her wiha teqezî bi lidarxistina çalakiyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û beşdaran ji bo pêşxistina kar û xebatên jinan ên hevbeş û xurtkirina jinan di aliyê siyasî û civakî de, gelek pêşniyar kirin.

Related Articles

Back to top button