Şêniyên Bajarê Kobanê bi Meşeke Girseyî Êrîşên Dewleta Tirk ê Li ser Bendava Tişrînê Şermizar kir
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê li bajarê Kobanê bi durişmeya ‘Berxwedana Gelê Rojava wê Dagirkeriyê Têk Bibe’ bi meşeke girseyî êrişên li ser qada Berxwedanê a bendava Tişrînê şermezar kirin.

Meş bi beşdarbûna xwendekar, hemû sazî û dezgehên Kantona Firatê û şeniyên bajarê Kobanê, li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê destpê kir. Bi hildana alên QSD’ê û dirûşmeyên “Bijî berxwedana QSD’ê”, “Berxwedan jiyan e” û “Bijî berxwedana bendava Tişrînê” heyanî ber Qada Şehîd Egîd berdewamkir
Meş li Qada Şehîd Egîd veguhezî mitîngê
Piştî degeyekî rêz girtinê li ser cangoriyên azadiyê Li ser navê Tevgera Jin a Kantona Firatê Sara Xelîl axivî
Sara Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk êrişên xwe yên hovane li ser bendava Tişrînê berdewam dike û wiha pê de çû: “Em berxwedana bendava Tişrînê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker silav dikin. Em li pişt şervanên xwe ne, em ji êrişên dagirkeriyê tu carî natirsin. Şervanên me hêza me ne, em ê heta dawiyê li pişta şervanên xwe bin.”
Her wiha berşdarwanan da zanîn ku wê ew heya xûna xwe a dawiyê bi şerwanên xwe re bin û gotin li bendava tişrînê destan tê nivînandin.
Meş bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû




