DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star: Em azadiya fizîkî ya Pexşan Ezîzî dixwazin

Bi dehan jinên ku bi pêşengiya Kongra Star civiyan, bi daxuyaniyek hevpar ragihandin ku ew jî li ser şopa berxwedana Pexşan Ezîzî ne û azadiya wê ya fizîkî xwestin.

Kongra Star a kantona Hesekê jî derbarê biryarê de daxuyanî da. Bi dehan nûner û rêxistinên jinan tevlî daxuyaniya li ber Gulîstana Şehîd Sara û Roken a li taxa Neşwa ya bajarê Hesekê hat dayîn bûn.

Daxuyanî ji aliyê berdevka Kongra Star a kantona Hesekê Nahid Silêman ve bi zimanê Kurdî û Endama Komîteya Qada Civakî Zehra Elî ve bi zimanê Erebî hat dayîn.

 Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên desthilatdar li dijî felsefeya Jin Jiyan Azadî planên qirkirinê û binpêkirinê li tevahiya cîhanê dimeşînin. Di daxuyaniyê de mînaka wê ya li Îranê hat nîşandan û wiha hat gotin: “Mînakek jî, biryara darvekirina jina siyasetmedar a Kurd Pexşan Ezîzî ye. Em van kiryaran şermezar dikin û soza bilindkirina asta tekoşînê nû dikin. Xeta me xeta berxwedaniyê ye. Ev xet bi salan bi pêşengtiya jina Kurd tê meşandin, em jî hemû li ser şop û doza jinên berxwedêr in ku bi ked û têkoşîna wan îro jin xwedî rol û misyon e û di bin yek felsefeyê de hevgirtin û yekîtiya xwe li tevahiya cîhanê ava kir. Em bang li tevahî jinan dikin ku li hemberî kiryarên qirkirinê serî hildin û bang li rêxistinên mirovî û hiqûqnas dikin ku rê li ber van kiryaran bigrin, ji bo azadiya fîzîkî ya Pexşan Ezîzî tevbigerin.”

 Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî “bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button