KomxebatNûçeSlide

Di bin Diruşmeya “Ji bo Sûriyeya Demokratîk, Mafê Jin di Destûra Nû de Emê Misoger Bikin” Şewra Jinan

Kongra Star Li bajarê Heleb’ê bi beşdariya zêdetirî 200 jinan, di bin dirûşmeya “Ji bo Sûriyeya Demokratîk, Mafê Jin di Destûra Nû de Emê Misoger Bikin”şêwrek li darxist.

Şewir li hola Talla taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hate lidarxistin. siyasetmedar, çalakvan, rewşenbîr û Jinên xwendekar ê zanîngehê ve zêdetirî 200 Jin beşdar bûn. Her wiha hin kesayetên li bajarê Laziqiyê û Siwêdayê jî vîdyoyên tomarkirî yên Şewrê şandin.

Şewir bi deqeyek rêzgirtinê li ser cangoriyên azadiyê destpê kir.

Piştre Rêvebera Kongra Star Fehîme Hemo axivî

Fehîme Hemo di despêka axaftina xwe de berxwedaniya şervanên YPJ YPG û QSD ku di eniyên şer de ne her wiha berxwedana bi rûmet ya gel ku li Bendava Berxwedanê a Tişrînê li dijî êrîşan piştgiriya şerwanên xwe dikin silav kir.

Fehîme da zanîn ku gelê Sûriyê û bi taybet jin piştî rûxandina rêjîma Baas di 8’ê Kanûnê de di qonaxeke dîrokî re derbas dibin.

Her wiha Fehîme balkişande ser têkoşîna jinên a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û fedekariyên ku wan ji bo rizgarbûna ji zilm û zordariya li ser Jinan di salên desthilatdariya rêjîma Baas de û destnîşan kir ku divê hemû jinên Sûriyê, hesta berpirsiyariyê nîşan bidin ku rola xwe di Sûriyeya pêşerojê de zêdetir bikin ku tu pergal û desthilatdarî nikaribin mafê wan bin pê bikin û wan ji holê rakin an biçûk bikin.

Her wiha endama Serokatiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Zelal Cîger jî diyar kir ku pêwîste jinên Sûriyê erka xwe pêk bînin û ji derfetê sûd wer bigirin û mafên xwe di destûra nû ya Suriyê de misoger bikin.

Zelal Cîger wiha got: “Em ê bi beşdarbûna xwe ve nîqaşkirina hemû mijarên de welatê xwe fêkiyên têkoşîna xwe bigrin, Sûriyeyeke nenavendî, piralî ku jin rola xwe tê de bilîzin û pêşengiyê bikin ava bikin.”

Zelal destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî rûxandina rejîma Esad hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike her wiha li hemberî hemû êrîşên balkişande ser berxwedana gel û şerwanên azadiyê.

Endama Partiya Guhertin û Ronesansê Nataşa Asfrî, balkişande ser pêwîstiya beşdarbûna jinan di nivîsandina destûrê nû de ku bi awayekî xort mafên wan û wekheviya zayendî bê temînkirin bê alîgir û cudahî.

Çalakvan û nivîskara ji Siwêda, Angela El-Şair jî  balkişande ser garantî kirina mafê Jinan û wiha pê de çû: “welatekî ku ji birînên xwe yên berê azad be, ku em dikarin mohra xwe li ser vê başdarbûnê bi rêya destûreke ku mafê Jinan garantî dike. pêkhateyên gelê Sûriyê, di nav de garantîkirina mafên jinan û dabînkirina beşdariya wê ya siyasî û gihîştina navendên biryardanê û hwd. Ku Jin, bi hizir, raman û serkirdayetiya xwe ya aştiyê rola wê a herî mezin di çareserkirina qeyranan de heye.”

Angela El-Şair da zanîn ew amade ne di nivîsandina destûrê û serastkirina yasayên cudaxwaz li dijî jinan, danîna yasayên ku jin û keçan bi hemû şêweyên tundiyê biparêzin.

Şewra Jinan bi encamnameyekî bi dawî bû

Encamnameya ji aliyê Endama Komîteya Perwerde û Perwerdeyê ya Tevgera Civaka Demokratîk Xedîce Kadro ve hate xwendin wiha ye:

“Jinên Sûriyeyê ji ber şerê bêhiqûqî yê ku welat wêran kiriye, bûye sedema wêrankirina mîrateyên dîrokî, çandî û gelerî. Tecawiz kirin û heta bi hincetên cuda hatin kuştin, ku êş û azara Jinan zêde kir. Lê Jin neşikestin, Jinan bi îradeya xwe re, li dijî polîtîkayên qirêj  serî hildan û bi taybetî jî di warê îspatkirina hêza xwe de xebitîn. herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya têkoşîn, berxwedan û fedekariya jinên weke Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Hevrîn Xelef, Sosin Bîrhat, Jiyan Tolhildan, Kulî Salmo, Kerem El-Şihab El-Hemad, Zeyneb Sarûxan, Manîce, Aleria Yaqûb û yên din ên ku di xendekan de şer kirin û bi saya wan DAIŞ, hêzên dagirker û rejîma zordar û faşîst a Esed têk çûn.

Di encamnameyê de hat gotin: “Ev çand encax bi sîstemeke demokratîk a nenavendî, piralî ku hemû cudahiyan nas dike û li ser esasê wekhevî, demokrasî û azadiya jin û civakê hatiye avakirin, dikare vejîne. Divê em careke din xeletiya berê dubare nekin. Gelek hewldanên ji bo avakirina dewleteke navendî ya yekgirtî, mafên jinan û gelan paşguh dike û bawerî û çandên cuda bin pê dike hene.

Pêwîste em jin bibin yek û li hemberî xetereya ku me tehdîd dike li ber xwe bidin, çawa ku me bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” jiyanek ku dispêrinê azadiya Jin û Civakê li Bakur û Rojhilatê Surî de avakir, pêwîste bi hemû jinên Sûriyeyê ji bo Sûriyeke azad û demokratîk têkoşîna hevpar bi pêş bixin.”

Rêxistina çalakiyan ji bo garantîkirina maf û azadiya jinên Sûriyê di destûra nû de, xebata ji bo rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî li Sûriyê û vegera koçberan li ser mal û axa xwe, her wiha piştgirîkirina destpêşxeriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

nivîsandina girêbesta civakî ji bo jinan, û beşdariya jinan bi rêjeya ji %50 kêmtir nebe, di civîn û kongreyan de behsa têkoşîna nû li Sûriyê û daxwaziya ku di hemû waran de ti astengî li ser mafên jinan neyên danîn were kirin.

Di komîteya nivîsandina Destûra Bingehîn a nû de nûnerên jinan cih bigirin û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo misogerkirina azadiya jinê weke modelekê binirxînin.

Related Articles

Back to top button