ÇalakîNûçeSlide

Xelkê Kobanê Salvegera Rizgarkirina Kobanê bi Şahiyekê Pîroz kir

Şêniyên Kantona Firatê bi boneya 11’emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a Firatê û 10’emîn salvegera serkeftina berxwedana Kobanê ya li hember DAIŞ’ê bi şahiyekê pîroz kirin.

Di Şahiyê de Xelkê Kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û kesên biyanî ve Bi hezaran kes  cihê xwe girtin. her wiha Di şahiyê de alên QSD`ê, YPG`ê, YPJ`ê û wêneyên şehîdan hatin hildan û bê navber dirûşmên “Bêjî berxwedana Kobanê”, “Berxwedan jiyane” û “Bijî berxwedana QSD`ê” hatin berz kirin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê li ser cangoriyên azadiyê despê kir

Piştre têkildarî berxwedaniya rêzgarkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser Cîgira Hevseroketiya Cibcîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl, Hevserokên Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa, Endama Koordînasyona Kongra Star Macîde Hesûn, Tevgera Pêşverû ya Navdewletî Dîvêt Edêlr, Endama Parlementerê ya Firandayê Danîliya Simonî, Rêveberiya Şaredariya Romayê Emedyo Şakrî axivîn.

Di axaftinan de hate ragihandin ku beriya 80 salî çawa ku li Îtalyayê faşîzm têk çû, wê careke din faşîzmê têk bibin û li Kobanê azadî û demokrasiyê misoger bikin

Her wiha Axaftvanan anîn ziman ku divê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê bêne rawestandin

Di şahiyê de hunermendên ji TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn hunera xwe pêşkêş kirin. Beşdarvanan jî li ber stranên govend gerandin.

Related Articles

Back to top button