
Daxuyanî ji aliyê rêvebera Kongra Star Hedla Hec Muslim ve li ber Nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş a navenda bajêr bi amadebûna bi dehan şêniyên bajêr hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bombebarana li ser gund, malên sivîlan û cihên jiyanê, rojane dibin sedema şehîdûn û birîndarbûna sivîlan.”
Kongra Star bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan kir ku van tawanan bi belge bikin û pêşkêşî saziyên pêwendîdar ên Neteweyên Yekbûyî bikin da ku berpirsên wan bêne darizandin.
Duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li gundê Şergirak ê dagirkirî, mala welatiyê bi navê Xalid El Hisên a li gundê El Cemas ê Eyn Îsayê yê topbaran kiribû û di encamê de 2 zarokên bi navê Asya Hemed El Hisên (12 salî), Ebdulrehman Îsmaîl El Hisên (6 mehî) şehîd bûn û Arec Xalid El Hisên (20 salî) birîndar bû.



