NûçeSlide

Şandeya Fransa ye Serdana Kongra Star a Kantona Firatê kir.

Şandeya Fransayê a Rojnamevanan di salvegera Rizgarkirina Kobanê de serdana Kongra Star a Bajarê Kobanê kir. di serlêdanê de hedef girtina Jinan û gefên li ser herêmê hatin gotûbêjkirin.

Der bare da nasîna Kongar Star, kar û xebatȇ wê, di asta kanton, komite, navçe, belde nȋqaş hatin kirin.

Di Herema Bakur û Rojhilatê Surî de dîroka Tekoşîna Jin a li hemberî DAIŞ’ê hat nirxandin. Rexistina Sara a Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan hat danasîn û ji bo pêşeroja Suriya nû rola Jinan nêrîn hatin parvekirin.

Di serlêdanê de geşedanên li herêmê û bandorên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, taybet hedef girtina Jinan û gefên li ser herêmê hatin gotûbêjkirin. Her wiha derbarê firsêndên ku Tirkiyê ji rûxandina rêjîma Sûriyê ji bo têkdana aramiya heremê û azadi ya Jin’ê digre, nîqaş hatin pêş xistin.

Her wiha şandeyê bi daxwaza ku ji bo rawestandina destdirêjiyan û rawestandina piştgiriya ji milîsên tundrew re bang ji civaka navdewletî kir ku zorê li Tirkiyê bikin.

Şandeyê balkişande ser giringiya rola jin di şerê li dijî terorê û avakirina paşerojeke azad ji bo Gelê Sûriyê.

Related Articles

Back to top button