ArşîvNûçeSlide

Şêniyên Kobanê 12 Ewladên Xwe Ku di Demên Cuda De Jiyana xwe Ji dest dabûn Bi Merasîmeke Girsyî Oxir Kirin

Cenazeyên 2 welatiyên ku duh li Kobanê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, hatin oxirkirin. Ji bo 10 şervanên di dîrokên cuda de şehîd bûne jî, merasîma cenaze ya xiyabî hat çêkirin.

Ji bo şervanên QSD`ê Cemîl (Cemal Derwîş) û Ferhad Kobanê (Mistefa Hiso) ên ku 8`ê Kanûna 2024’an li Minbicê şehîd bibûn, Dilsoz (Fewaz Mihemd) ê 7`ê Kanûna 2024`an li Dêr Hafir, Xemgîn Horik (Ehmed Mistefa)  û Ebdullah (Ebdulllah Beko) ên 7`ê Kanûnê 2024`an li Minbicê û endamê Hêzên Erka Xweparastinê Îbrahîm (Îbrahîm Osî) ê 7`ê Kanûna 2024`an li Mincbic, şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şoreş ( Mistefa Kurdî) ê 8`ê Kanûna 2024`an li Minbicê, Ciwan Kobanê (Mihemed Nebî) û Reşo Boraz (Mehmûd Mistefa) ên 8`ê Kanûna 2024`an li Pira Qereqozaqê, Hogir (Ehmed Şêx Ehmed) ê 9`ê Kanûna 2024`an li Minbicê şehîd bibûn, merasîma xiyabî hat çêkirin.

Her wiha cenazeyên welatiyên bi navên Azad Mehmûd û Şêrzad ku duh (29  Çileya 2025) di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a li navenda Kobanê de şehîd bibûn hatin oxirkirin.

Bi sedan şêniyên kantona Firatê, endamên saziyên sivîl, Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî merasîma ku li Qada Şehîd Egîd a Kobanê hat lidarxistin bûn.

Di merasîmê de  hevserokê Desteya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mistefa Êto sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest got: “Bi saya şehîdan em bi azadî dijîn. Şehîd ew in ku ji bo zîncîra koletiyê biqetînin û gel bi azadî û rûmet bijîn canê xwe dane. Em jî soz didin şehîdên xwe ku em ê her tim rêya wan bişopînin.”

Rêvebera Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Kongra Star a Kantona Firatê Xunav Xelîl jî anî ziman ku ew ê tola şehîdan hilînin û wiha pê de çû: “Dijmin dixwaze gelê me di qirkirinê re derbas bikin, lê gelê me hilma azadiyê kişandiye û êdî ji hêza xwe bawer e.”

Piştî merasîma xiyabî, girseyê cenazeyên şehîd Azad Mihemed Elî û Şêrzad birin Pakrewangeha Şehîd Dîlce û li wir spartin axê.

Related Articles

Back to top button