
Meş ji qada jina azad destpêkir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û durişmeyên ‘Kes Nikarî Roja me Tarî Bike’ , ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana Îmraliyê’, ‘Bijî berxwedana QSD’ hatin berzkirin.
Meş li dawiya Kolana 48`an veguhezî mitîngê. Piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangorîyên azadiyê, Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Arîn Ehmed axivî û diyar kir ku ew ê roja reş bikin roja azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.
Arîn bibîr xist ku 15’ê Sibatê di dîroka gelê Kurd de rojeke reş e û teqez kir ku wê vê rojê vegerinên roja Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û got: “Em vê rojê veguharînin roja rojanahiyê, roja azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Em 15`ê Sibatê veguherînin roja ronahiyê. Wekî tê zanîn Rêber Apo ev 26 sale li zindanê de di bin tecrîdê de ye. Dem dema misoger kirina azadiya fîzîkî a Rêberê gelan Abdulah Ocalane. Mifteya Çareseriya Rojhilata Navîn li destê Rêber Abdullah Ocalan de ye. Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê aloziya li tevahî cîhanê çareser bibe, wê aştî û aramî li tevahiya cîhanê pêk were.”
Çalakî bi durişmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.




