Li Bajarê Qamişlo Biçûk û Mezinan bi Mitingeke Girseyî Peyama ‘Emê Roja Reş Bikin Roja Azadiya Rêber APO’ dan
Li bajarê Qamişlo bi munasebeta şermezarkirina 26`emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan û ji bo banga azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi durişmeya ‘‘Emê Roja Reş Bikin Roja Azadiya Rêber APO’ mitîngek girseyî hat li darxistin.

Mitîng bi pêşengiya Însiyatifa Gel, Li pêşiya Stadyuma Şehîdên 12’yê Adarê li bajarê Qamişlo hat li darxistin. Xelkê Bajarê Qamişlo û bajarokê wê TilHemîs, Tirbespiyê û Amudê bi Biçûk û Mezinên xwe ve bi hildana Wêne û Alên Rêber Apo ve bi deh hezaran kesan cihê xwe di mitîngê de girtin.
Piştî deqeyekê Rêzgirtinê li ser cangorîyên azadiyê dahurandinên Rêber Apo hatin guhdar kirin. Piştre Fuza Yusif axivî.
Foza komploya navneteweyî şermizarkir û wiha got: bi navê hemû gelê Kurd em komploya navneteweyî şermizar dikin. Em bejna xwe li hember hemû şehîdên ku bi durişmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî bikin’ ku xwe feda kirin, ditewînin û bi minnetdarî bi bîr tînin.
Foza got ku di ancama berxwedaniya 26 salan dewleta Tirk neçar ma ku ji Rêber Apo re hevdîtin pêk bîne û wiha pêde çû: “Ev 26 salin ev komplo ji bo îradeya me bişkînin pêk hat ji bo me bê hevî bikin. Lê berxwedana dîrokî a Rêber Apo berxwedana gerillayên Kurdistanê û gelê kurdistanê ne hişt armanca komployê pêk were. Îro dewleta Tirk careke din neçar ma ku Rêber Apo muhatap bigre û bi Rêber Apo re dialog despê bike. Ji bo wê em sekna bi rumet a 26 salan berxwedana 26 salan pîroz be. Dewleta Tirk dixwaze bi şer, pirsgirîkan çareser bike û îro bi hemû hêza xwe xwest tevgera azadiya Kurdistan têk bibe. Ev gel di van 26 salên derbasbuyî de ispatkir ku tu polîtîkayên qirkirinê û Komkujiyê nikarin wê têk bibin.
Foza balkişande ser berxwedaniya bendava Tişrînê û Wiha got: îro berxwedaniya li bendava Tişrînê tê meşandin, a şerwanên QSD, YPJ îspad dike ku ev gel êdî nema ji mirinê ditirse. Ji bo vê jî ev polîtîkayên qirkirinê nema bi ser dikevin. Em ji dewleta Tirk re dibêjin polîtîkayên wan ê qirêj ê komkujiyê nema bi ser dikeve. Ji ber ev gel bi felsefeya Kurdê azad Jinê azad hatiye perwerde kirin ku ev gel êdî xudanê nasnameye û hebûna xwe di tevahî rojhilata navîn de ispat kiriye ku pêşengê ronesansa Rojhilata Navîn’ê, li ser bingeha Kurd’ê netewa Demokratîk.
Foza destnîşankir ku ev pêvajo pêwîste bi azadiya Rêber APO were tacîdar kirin û wiha domkir: “Îro tê gotin ku dest bi pêvajoyekî hatiye kirin. Ev pêvajo pêwîste bi azadiya Rêber Apo bê Tacîdar kirin. Gêlê Kurd îro vê peyamê dide. Gelê ku bi baweriyan xwe azadiyê tînin sozdarê Rêber Apo nin ku ji bo wan azadiya Rêber APO serkeftina pêvajoyê ye. Ger ev guhertin çêne bin ku Rêber APO nekare bi awayeke azad kar bike bi gelê xwe re nava dialogê de nebe ev pêwajo ser nakeve.
Ger ew di fikirin ku wê me bi xapînin, em niha da ji wan re di bêjin gêlê me hîşyare û rê nade wan lîstokan. Îro Kurd di Rojhilata Navîn de bûne hêzeke mezin ê siyasî, leşkerî û dîplomasî ku îradeya xwe beyan dike. Kes nikare vê îradeyê înkar bike ku lîstokên wan binketî ne. ji ber ku ev gel soz daye Serokê xwe Şehîdê xwe ku heta serkeftinê wê ev serhildana û berxwedan berdewam bike.
Foza bang ji hemû gelê azadîxwaz kir ku pêwîste her kes pêvajoyê bi baldar û hişyeriyeke hesas bişopîne û wiha bi dawî kir: “wiha bi dawî kir: “Em bendê ne ku Rêber Apo daxiyaniyekê bide. Dema ku Rêber APO daxuyanî da bila gelê me weke ku her tişt temame negire dest ji ber ku her tişt ne temame ku eger em xurt bisekinin û berxwedaniya xwe berdewam bikin bi hêz bin wê demê wê ev tekoşîn teqez bi ser bikeve û emê destê Rêber APO xurt bikin. Lê ger em bêjin hemû tişt qediya ter tişt temame, emê xwe bi xapînin. Banga me ji bo gelê me bi hişyarî pêvajoyê bişopînin û hemleya Azadiya fîzîkî a Rêber APO berdewam bikin ku wê Her tim ser lingan bin û berxwedaniya me wê xortir dewam bike.”
mitîng bi durişmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ , ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.





