ÇalakîNûçeSlide

Kongra Star a Lûbnanê bi Daxwaza Azadiya Fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan Mitîngek Li darxist

Kongra Star di 26’mîn salvegera Dîl girtina Fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan de Li pêşiya Baregeha NY'î a Beyrûtê Mitîngek Li darxist û banga Azadiya fîzîkî a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û bi dawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk kir.

Îro 16’ê Sibata 2025’an, Gêlê Kurd li Lubnanê, bi boneya salvegera 26’emîn a girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber baregeha Neteweyên Yekbûyî (NY) a Beyrûtê Mitîngek girseyî li dar xist. Bi sedan endamên civaka Kurd tevî komeleyên jinan, kesayetiyên mafên mirovan û alîgirên doza Kurd li Lubnanê, beşdarî Mitîngê bûn.

Mitîng bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pak ê şehîdan hat despêkirin. piştre sirûdên Lubnanî û Kurdistanî her wiha axaftin jî hatin pêşkêşkirin û nirxandinên li ser sembola vê rojê û wateyên wê yên siyasî û mirovî hatin kirin û li ser pêwîstiya bi dawî anîna tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û dabînkirina mafên wî yên rewa kirin.

Li ser navê Kongra Star de Lîna Kobanê axivî û destnîşan kir ku hêzên kapîtalîst ên ku Rêber Abdullah Ocalan radestî dewleta Tirk kirine, armanca wan ew e ku Rojhilata Navîn kontrol bikin û projeyên demokratîk pûç bikin. Wê destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk a Ocalan pêşkêşî çareseriya hemû krîzên herêmê dike û li ser esasê azadî, wekhevî û biratiya gelan hatiye avakirin.

Lîna destnîşan kir ku berxwedana jinan a ku ji fikrê Ocalan hatiye îlhamkirin, îro bûye kevirê bingehîn yê têkoşîna edaleta civakî, banga mezinkirina tevgeran û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Tevî hemû pîlanên qirêj,  pirojeya Rêber Apo û ramanên wî wek ronahiya azadî û demokrasiyê ji bo hemû gelên herêmê ye.”

Di axaftinan de bal hat kişandin ser berdewamiya têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û bi dawî kirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Nûnerê Civaka Kurd Ehmed El-Kurdî jî axaftina xwe de wiha got: “Girtina Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de ji komployek navneteweyî bû ku projeya neteweya demokratîk hedef girt û xwest gelên herêmê di bin desthilatdarî û îstîsmarê de bihêle.”

Nûnera ciwanên Kurd Cîhad Kobanê jî diyakir ku heya azadiya fîzîkî a Rêberê gelan Abdullah Ocalan wê asta tekoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Ciwanên Kurd ala têkoşînê ya ku Rêber Apo hildaye, didomînin, bingeha avakirina pêşerojeke demokratîk li herêmê ye û fedakariya wî wê bibe ronahiya her têkoşerekî ji bo bidestxistina azadiyê.”

Nûnera malbatên şehîdan Amal Kobanê jî got: “Xwîna kesên ku ji bo azadiyê canê xwe feda kirine, wê ne vala be.”

Nûnera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Rêvan Kobanê: Komploya Nvneteweyî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hatiyî destnîşankir û got “hewldana têkbirina projeya demokratîk a li Rojhilata Navîn bû.”

Beşdaran teqezkirin ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, tekoşîn bikin û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bînin û mafên hemû gelên bi rûmet û aştiyane bi dest bixin, têkoşînê bidomînin.

Mitîng bi qîrîna dirûşmeyên ‘Bi can û xwîna xwe em ji bo te feda dikin Rêber Apo’ , ‘Jin Jiyan Azadi’ , ‘ Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button