Kongra Star Starta Çalakiyên 8’ê Adarê Ragihand
Kongra Star Rêze çalakiyên 25 Sibatê heya 8 Adar’ê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dirûşma ‘Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Em Sûriya Demokratîk Ava bikin’ bi Daxiyaniyekê Ragihand û diyarkir ku ew ê 8’ê Adarê îsal bi biryardariya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan teqez bikin pêşwazî dikin.

Daxuyanî li Baxçeyê 4`ê Nîsanê a bajarê Hesekê, bi erebî ji aliyê endama koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, bi Suryanî ji hêla endama Yekitiya Jinên Suryan Maya Şabo ve û bi Kurdî ji hêla berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
Di bin dirûşmeya “Bi Felsefeya jin Jiyan Azadî Em Sûriya Demokratîk Ava bikin.”Bi rihê berxwedana jinên têkoşer û bexwedêr ku evînê azadî û aştiyê ne, em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ku destkeftî û serkeftinên li cîhanê bi dest xistine bibîr tînin. Em weke roja tekoşîna ji bo bidestxistina azadiya jin û misogerkirina mafên wê yên bi sedsalan, Dê bibe berhema têkoşîna wê ya bê navber di dîrokê de digrin dest.
Daxiyaniyê Şehîdên di Uxira azadiyê de cane xwe feda kirini bî bîranî û wiha got: “Em şehîdên xwe yên di rêya azadiya jin de ji Heyfa Erebo, Menîce Heyder, Karam Şehab, Cîhan Bîlgîn, Arjen Kobanê, Xezne Abdî, Zozan Hemo ta Heza Kobanê û hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. ta ku em bigihêjin hêvî û daxwazên wan ên ji bo avakirina jiyana azad, edalet û aştiyê, Em soza xwe ya berxwedan û têkoşînê bênavber nû dikin.
Daxiyaniyê afrînerê Jina Azad, Rêber Abdullah Ocalan silavkir û wiha lê zêde kir: “Di van kêliyên dîrokî de, em bi wateyên herî wefedarî û dilsozî ji qadên şoreşa jin ta Rêberê Mirovahî û Aşitiyê “Rêber Abdullah Ocalan” Rêhevalê rêya azadiya Jinê, Her wiha em berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku tevî hemû êş û azarên şer û dagirkeriyê bi ser ketine silav dikin. Bi îsrar û îradeyeke xurt xeta têkoşîn û berxwedanê bilind kirine ta ku Îro bûne mînaka îlham û cesaretê ji bo hemû jinên sûriyê.
Daxiyaniyê Balkişande ser zehmetiyên Jinan Di Suriyê de û wiha pêde çû: “Her wiha nirx dayina sekna jinên pêşeng ên ku di hemû qadan de, bi rengên azadî û têkoşînê cih girtine, bi ruh û wate da ku bibe nîşaneke nû di rêya tekoşîna me de û di diyarkirina nêrîna siyasî û civakî ya pêşeroja me de em 8 Adarê pêşwazî dikin. Li dijî polîtîkayên paşverû yên faşîst û rêbazên desthilatdariya hişmendiya mêr ku dijminatiya hemû jinan û gelên azad dike, em dengê xwe bilind bikin. Em îsal 8’ê Adarê pîroz dikin, lê belê êş û azarên jinan li seranserî Sûriyê hîn berdewam dikin.”
Bi astengiyên herî dijwar re, weke kêmkirin û dûrxistina rola wê û çewisandina azadiyê ji neheqi, zordesti mêtingerî û êrîşên giran ên mîna kuştin, destavêtin, revandin, koçberkirin rû bi rû dimîne. Her wiha pêkanîna tawanên qirkirinê bi taybetî li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst dagir kirine li ser jinan zêde bûye, Tevî van hemûyan jî jin di vejîna civakê de roleke sereke dilîze û li hemberî van hemû dijwarî û zehmetiyan fersenda xwe ya guhertin û veguhertina demokratîk nîşan dide.”
Daxiyaniyê helwestên lewaz ê Rêxistinên Mafê Mirovan û Dewletên Navneteweyî li hemberî êrîşên dagirkeriyê destnîşankir û got: “Em di platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, polîtîkayên êrîşker û dagirkeriyê, îdeolojiya tundrew, bêdengiya dewleten navneteweyî û helwestên ne cidî yên mafên mirovan li hemberî hemû cureyên tundî, tawan û binpêkirinên hovane yên ku dewleta Tirk a dagirker û rêjîmên desthilatdar li dijî jinên Sûriyê pêk tîne, red dikin.
Daxiyaniyê wiha domand: “Li ser vî esasî û armancên xwe yên bingehîn, em platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Di roja cîhanî ya jinan de, em hewl didin ku hêz û hewlên jinan bikin yek, daku destkeftiyên ku di têkoşîna xwe de bi dest xistine biparêzin, Her wiha ji bo bidestxistina ewlekarî û aştiyê û misogerkirina mafên wan di destûra Sûriyê ya pêşerojê de pêkbînin , Em ji bo vejînkirina ruhê berxwedanê yê jinên kedkar û berxwedêr ên ji bo pêkanîne daxwaz û armancên hevpar ên azadî, edalet û avakirina civakeke demokratîk a azad, hemû heweldan tên kirin ku Stratejiyeke netewî ya jinan a ku bikaribe pêşengiya qadan bike bê danîn.
Daxiyaniyê bang li Jinan kir û got: “Em bang li hemû jinan û parêzvanên azadî, demokrasî û aştiyê dikin ku Ji bo pêşxistina nêrînên xwe yên avaker, Ji bo çareserkirina pirsgirêka jin bi xurtkirina îrade, hêz, û hêza xwe ya xweser û helwestên me yên mirovahî, bi rêxistinkirina refên me û bi berdewamkirina felsefeya “Jin-Jiyan-Azadî” li tevahî cîhanê were rûniştandin. Li ser vê bingehê em bi boneya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê destpêkirina hemleya sala 2025’an bi dirûşmeya “Bi Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî Em Sûriya Demokratîk Ava dikin” radigihînin.
Starta çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 25 Sibatê heya 8 Adar’ê wiha ye:
1- Tavahî bajar bi rengên jin bêne xemlandin û silogana kampaniya li pêşiya her bajarekaî bê bilindikirn.
2- Civînênê girseyê ji gel re li ser mijarê tekoşîan jin bên lidarxistin.
3- Semîner li tevahî gund û taxan û saziyan bê dayin.
5- Komxebat li ser rola jinê bê çêkirin di asta her kantonekê de.
6- Hîlala zêrîn bi boneya 8 adarê wê stranekê li ser jinên sûrî belav bikin.
7- Taxima jinan a fotbolê bê leyîstin
8- Panêlen online bi rêxistinê jin wê bê çêkirin.
9- Serdana gundê jinwar bê kirin û dar bê dayin.
10- Gul an jî dar li ser hacizê asayîşê li hevalên jin bê diyarkirin.
11- Pêşengha wêneyên hevalên şehîd û danîsînê kurt li ser jiyana wan were orgenîzekirin.
12- Ji aliyê meclisa jin PYD ê semînerek diyalogê di asta bakûr rojhilatê sûrî de bê li darxistin di 2 adarê de .
13- Kom xebat li kobanê kantona hesekê qamişlo û reqayê wê bêne li darxistin.
15- Birûşûr bê belavkirin li ser danasîna vê rojê.
16- Di roja 8 adarê de wê li kantona / Qamişlo Hesekê Kobanê Heleb Şam Başûr Libnan û Ewropa/ bi meşên mezin berê xwe bidin qadên mitîngê.
19- Kampaniya haştagê wê bê destpêkirin.
20- 3 mehê pêşengehek li Heleb bê vekirin
21- pêşengeh ji bo karê destan li reqa û tebqa.
22- Belavkirina pirtûkên jin li jinan.
23- Vekirina werşa xeyatan Înana li Hesekê
24- Ji bo xwedî derketina li tevahî jinên her çar aliyên Kurdistanê meşek girseyî li kantona Cizîrê. Meşek bi hezaran jin
Di çalakiyên mezin de tevahî wêneyên hevalên şehîdê ê Jin bê rakirin û taybet alên Kongra Star bêne hildan.
25- 8’ê Adarê ser asta Kantona çalakî bên li darxistin.
Diruşmeyên ji bo salê wiha ne:
Ji bo azadiya gelan Jin Jiyan Azadî!
Jibo azadiyê gelên Surî Jin Jiyan Azadî!
Bi Rêberê Azad re jin û civaka azad pêkan e!
Jina azad misogeriya civaka azad e!
Bi jin jiyan azadî ber bi Suriya demokratîk ve!
Bi jin jiyan azadî suriya demokratîk ava bikin!
Jina azad misogeriya suriya demoktatîk e!
Daxuyanî bi durişmeyan bi dawî bû.




