
Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku Kongra Star bi boneya Roja Jinan a Cîhanê li dar dixe de, endamên Kongra Star a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bi hevkariya tevgerên jinan ên saziyên girêdayî wê serdana Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) û bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û ev bone li wan pîroz kir û gul dan wan.
Di serdanê de gelek axaftin bi navê Kongra Star hatin kirin. Di axaftinan de ev bone li jinan, têkoşer û şervanên jin bi taybet ên li eniyên şer û li çiyayên Kurdistanê, pîroz kir.
Her wiha di axaftinan de hat diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan kesê yekem e ku rêya azadiyê li pêş jinan vekir. Her wiha jinan anî ziman ku divê fikir û peyama banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan were parastin.
Di dawiyê de jinan hêvî kir ku 8’ê Adarê, ji bo pêkanîna azadî û wekheviya jinan û tevahî civakê, bibe hêmanê xurtkirina berxwedan û têkoşînê.





