
Kongra Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê aşkera kir.
Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinan ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîma Hemo ve hat xwendin.
Di dauxyaniyê de hate diyarkirin ku dê çalakiyên 8’ê Adarê bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve” werin lidarxistin. Her wiha hate gotin ku çalakî dê ji îro (1’ê Adarê) heya 8’ê Adarê dewam bikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Piştî me nas kir ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan ê xwediyê îdeolojiya azadiya jinan baş e, bi saya berxwedan û têkoşîna jinan a şoreşa Rojava, em 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Em vê boneyê li tevahiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelemperiya Sûriye û cîhanê pîroz dikin.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji aliyê pergala baviksalar a serdest ve hîna jin tên qetilkirin, revandin û tundî li ser wan tê kirin. Der barê siyasetên desthilata Şamê de jî hate diyarkirin ku desthilata nû ya Şamê hewl dide jinan ji navendên avakirina birydaran dûr bixin û hate gotin: “Em vê hişmendiyê qebûl nakin. Em ji bo sepandina rêgezên edalet û wekheviyê kar dikin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 8’ê Adarê encamên têkoşîna demdirêj a jinan a li hemberî zilm û zordariyê ye. Di daxuyaniyê soza şopandina xeta şehîdên azadiyê û pêkanîna xeyalên wan hate dayîn.
Li gorî bernameya çalakiyên 8’ê Adarê, dê li kolanan pankart werin daliqandin, semîner werin dayîn, sînevîzyon werin pêşandan, nuqteyên leşkerî werin ziyaretkirin, civîn û atolya werin lidarxistin, belavok werin belavkirin, şevbuhêrk werin lidarxistin, pêşangehên hunerî werin vekirin, meş werin lidarxistin û gul diyarî jinan bên kirin.



