ÇalakîNûçeSlide

‘Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Ber bi Sûriyeke Demokratîk ve’ jinan Panêlek li Dar xistin

Kongra Star li Kantona Qamişlo di bin durişmeya ‘Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Ber bi Sûriyeke Demokratîk ve’ bi boneya  8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê û têkildarî Berxwedana Jinan di Bendava berxwedanê a Tişrînê, Panelek li darxist.

Panel li Qehwexaneya Nergîz a Qeraca Siyahî li bajarê Qamişlo bi beşdariya hemû sazî û rêxistinên Jinan ve hat derxistin. cehwexane bi wêneyên şehîdên Jin ku di berxwedaniya Tişrînê de Canê xwe fedakirin, hatibû xemilandin.

Panel piştî deqeyekî rêz xirtinê li ser cangorîyên azadiyê, ji aliyê Kordînasyona Kongra Star a Bajarê Qamişlo Îptîsam El Huseyin ve hat despê kirin.

Hevserokê Rêveberiya Xweser Hemrîn Elî 8’ê Adarê ji afrînerê Jina Azad Rêber Abdullah Ocalan pîrozkir û wiha axivî : “em 8’ê Adarê li tavahî Jinan û mîrmarê mirovahî û Jina Azad li Rêber Apo pîroz dikin. Îro bi saya felsefeya Jin jiyan Azadî dîrokeke nû di Bakur û Rojhilatê Surî de didin ava kirin. 2025 wateya 8’ê Adarê rengekî nû bi tekoşîneke bê hempa li Bakur û Rojhilatê Surî tê meşandin. Her Jineke di nav şoreşa Bakur û Rojhilatê Surî de tekoşîn û berxwedanîyeke bê navber dide meşandin di aliyê siyasî, Eskerî, Hunerî û Akademî de basma xwe di dîrokê daye. Wateya 8’ê Adarê pîroze li Bakur û Rojhilatê Surî de her roj 8’ê Adarê ye.

Tekoşîna 1857’an de di fabriqeya cilan de 129 Jin ji aliyê desthilatdaran ve hatin şewitandin. Ji bo mafê xwe ê rewa bi dest bixin tekoşîn dan meşandin lê bi destê hişmendiya paşverû û qetilê jinan hatin qetil kirin. Li ser vî esasî sala 1957’an de bi pêşengtiya Clara Zetkîn 8’ê Adarê weke roja Jinên Kedkar ê cîhanê hat îlan kirin.

Hemrîn Elî diyarkir ku Li bendava Berxwedanê a Tişrînê de Gel û Şerwan bi yêk mevziyê de berxwe didin û wiha got: “Berxwedana bendava Tişrînê de berxwedaneke dîrokî bê hempa li nezî 3 mehin tê meşandin. Hemû cîhan li vê berxwedaniya ku li hemberî êrîşên hovane ê dewleta Tirk temeşe dike lê kesek dengê xwe nake. Li bendava berxwedanê a Tîşrînê û Pira Qereqozaxê gel û şervan bi hevdû re berxwe didin ku gel ji şerwanan Hêz digre Şerwanên azadiyê jî ji gelê xwe moral digre. Gelek hevalên me ê tekoşînê li qada berxwedanê di kêliya tekoşînê de bi êrîşên dewleta Tirk ê li ser sivîlan de Şehîd ketin. Îro dîrokek li berxwedana Tişrînê de bi durişmeya Berxwedan Jiyane tê nivîsandin ku Mîrasê tekoşîna jina azad li herêma Bakur û Rojhilatê Surî buye çiruşka azadiyê.”

‘Tu dîrokan de mînaka Berxwedaniya Bendava Tişrînê nîne’

Piştre Endama Kordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên jî 8’ê Adarê Rêber Apo pîrozkir û got: me beriya çend rojan peyama Rêber Apo girt ji bo me morelek û hêze ke mezin bû ji bo vê dive em asta tekoşîna xwe bilind bikin. Keliyên ku di bendava tişrînê de hatin jiyan kirin li kêleka hemû zehmetiyan jî cihê keyfxweşiyê bû. Me gelek hevalên xwe Ciwan û Rojnamevanên xwe li wir şehîd dan ku bendava Tişrînê li seranserî cîhanê hat naskirin

Tekoşîn û berxwedaniya niha li wir tê meşandin di keve meha xwe a 3’mîn ku ev ne tişteke hindike tu dîrokan de berxwedaniya bi vî rengî nehatiye dîtin ku heya vê keliyê jî gel û şerwanên me ev bendav bernedane. Bi saya wê berxwedanê ye ku em îro li vir vê komxwebatê di meşînin. Ew asta berxwedanê ku Jin  gelê me gihiştiyê ne tenê li bendava Tişrînê li hemberî hemû êrîşan jî gelê me bi rojame li qadan bi çalakiyan de ne ku gel xwedî li şehîdên xwe derdikeve û ev tişteke ne hêsane. Ji bo em xwedî li destkeftiyên xwe ê di encama berxwedaniya bê hempa de hatiyi bi dest xistin derkevin em asta tekoşîna xwe bilintirîn bikin.

Jiyan balkişande ser êrîşên li ser jinan û wiha domkir: “Taybet ser jinan êrîşeke taybet tê meşandin ku pêşengên me tên armanc girtin. Di kesayeta Heval Kerem de me dît ku dema di qafîleya yêkem de ku derbasî bendavê bû hat qetil kirin dîsa Heval Menîce jî tevî 4 hevalên xwe hat qetil kirin. Jina tekoşîn dike rastî êrîşên hovane tê. Tişta ji me tê xwestin parastina destkeftiyên Şoreşa Jinê ne ku 13 sal ne hindikin. Rêber Apo dibêje dem dema azadiyê û dema civaka Demokratîke em ji bi bilind kirina tekoşîna xwe ve dikarin bibin bersiv.

Gel Qadan Şerwan di çeperên şer de Gerillayên me ê serê çiya tekoşîn dikin her wiha Jinên di 4 parçê Kurdistanê de tekoşîn dikin. Rêber Apo dibêje sala 2025 sala aşti û azadiyê ye ku ev dikeve ser milê me ku em di vê merheleya em tê de jiyan dikin çiqasî bar giran be jî hevgirtina jinan tê xwestin ji bo vê jî tekoşîneke bê navber tê xwestin

Jiyan diyarkir ku ji bo Suriye ke Demokratîk bar dikeve li ser milê Jinan û wiha got: “Jinên di Bakur û Rojhilatê Surî de di pergala hevserokatî, partiyên siyasî û di saziyên civaka sîvîl hwd. Pêşengtî ji pergala Bakur û Rojhilatê Surî de kir. Ji bo Suriyeke Demokratîk bê ava kirin bar dikeve ser milê Jinan jinên di heremê Suriyê di bajarê Şam’ê Hims, Hema ji Rêveberiya Xweser dikin ku dibêjin em pergala we dixwazin. Ji bo Suriye ke demokratîk dive yêkitiya Jinên Suriyê were ava kirin ev projeya Bakur û Rojhilatê Surî de avakere em bi wan re parwe bikin.”

‘Bi tekoşînê Şoreşa Jin wê 8’ Adarê de misoger bibe’

Hevseroka PYD Remziye Mihemed jî axivî û got: “bi ketina Hemleya 8’ê Adarê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ber bi Suriyeke Demokratîk ve bi hemû kêliyên xwe ve hestên cuda ne ku di hemû kêliyan de berxwedaniya Jin herî pêş de ye ku demokrasiya rast tê dîtin. Hemû pêşengên xwe ê di bin sîwana wan de em îro xebatê xwe dikin ku her carekê pêşengek me ê Jin li hemberî hemû êrîşên Leşkerî siyasî hwd. Di bin felsefeya Jin Jiyan Azadî ji bo Azadî, Hebûn, Nasname û Yêkitiya Jinan misoger bike Xebat dane meşandin heya gihiştiye asta şahadetê.  Ji bo mîsogeriya Azadiya Jin me bi wan qehremanan re jiyan kiriye ku ev kêlî ji bo Şoreşa Jin wateyên mezinin.

Dîrokeke bi ked ê û bi xwînê hatiye nivîsandin ku cîhan tevahî çavê xwe digre jî lê berxwedana Jin û gelê Bakur û Rojhilatê Surî ji tevahî cîhanê re dibêje Îradeya Jin û Gelan wê bi serkeve ku şoreşa ku îradeya Jin û Nasnameya Jinan tê de hatiye naskirin wê tu car neşikê ku jin bi nasnameya xwe re di tevahî qadên berxwedanê de roleke mezin dilîze.

Remziye barxwedana Bendava Tişrînê destnîşankir û got: “Di kêleka vê berxwedanê de di Bendava Tişrînê de gelê me di kêleka Şerwanên xwe ê azadiyê tekoşîn û berxwedaniyê dike û keç û dayik di eyni hendeqê de tekoşîn dimeşîne dîsa bav û law di eynî mevziyê de parastina dikin. Ev mînaka parastina şoreşê ye.

Her tim Jin aşitî avakiriye ku Jin ne akîgirê şer û xwîn rijandinê ye Jin ji bo Azadiya xwe û a civaka xwe hunerê dide avakirin berxwedan û parastina dike em vê berxwedaniyê pêwîste ji tevahî Suriyê belav bikin ku tevahî Jin Şoreşa me nas bikin. Şoreşa me ji aliyê tevahî cîhanê ve rastî êrîşan tê ku dema em ji bo parastina Şoreşa xwe bikin pêwîste em vê Şoreşê bidin naskirin. Her Jinek di nav beşê xebata xwe de şoreşa Rojavayê Kurdistanê bide naskirin.

Remziye got 8’ Adara ku di encama tekoşînan de buye roja Jinên Kedkar ê cîhanê Wê 8’ê adara 2025’an şoreşa Jinan a Rojavayê Kurdistanê jî misoger bike û wiha bi dawî kir: “Bi destek dayina Jin ji tevahî qadên Şoreşê re wê bibe parastina cîhanê û taybet Jinên cîhanê me şoreşek mezin avakiriye ku her tim dijmin Dixwaze bi fetisîne. Bi hebûna Jin di hamû qadên de wê şoreşa me berfireh bibe û aşti û civakek Demokratîk bê ava kirin. Xebat û tekoşînek dem dirêj li pêşiya me heye. Bi tekoşînê şoreşa 8’ê Adarê hat nas kirin, bi tekoşînê jî Şoreşa Jin wê 8’ Adarê de misoger bibe.”

Panel bi Encamnameyê bi dawî bû

Sîstemên zayendperest, olperest û netewperest bi hezarê salan işkence, zordarî û zehmetî li ser jinê meşandin her wiha  hemû rêbazên koletiyê li ser wan bi kar anîn. Jin wekî mete û li gorî bercewendiyên xwe kirin bin xizmeta xwe. Lê belê tevî van hemû kiryaran jinê sewrê xwe netewand û tim û tim berxwedan  û tekoşîna xwe dewam kirin  heta roja îro ku ev berxwedan û tekoşîn bû zemînek da ku îro di Rojava û bakur û rojhilatê Sûrî de jinên vê herêmê pêşengtiya şoreşê bikin û destkeftiyên giranbuha bi dest bixin û bibe mînak ji hemû cîhanê re.

Wekî tê zanîn di her sal de, roja 8,ê Adarê roja jinên  kedkar ên cîhanê li cîhanê û  herêmên me tê pêşwazîkirin û gelek rêzçalakî tên lidarxistin ji bo bîranîna vê ro

Li ser vî esasî  û di bin dirûşmeya

bi jin  jiyan   azadî  ber bi sûryeke demoqratîk ve

îro li ser asta kantona Qamişlo panêlek hat lidarxistin û wekî encamname  ev xal hatin derketin

1-Bilndkirina asta tekoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya R:APO,

2-Bilindkirina asat tekoşîn û berxwedanê ji bo azadiya hemû jinan.

3-Avakirina yekîtiyekê di nava  jinan de li ser asta sûrî.

4-Danenaskirina şoreşa  Rojava wekî rastiya wê bi jinên Sûrî û cîhanê re.

5-Mosogerkirina mafên jin di destûra Sûrî ya nû de.

Related Articles

Back to top button